Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Artêşa tirk bi hevkariya PDK’ê baragehên nû li Biradostê ava kiriye

Zêdetirîn saleke artêşa tirk a dagirker bi kûrahiya 30 kîlometran sînorê başûrê Kurdistanê derbaskiriye û li ser deverên ku dagirkiriye bênavber balafirên keşfê digere û baregehên nû ava dike

Navenda Nûçeyan

Bi piştgiriya desthilata Herêma Kurdistanê û ji ber bêdengiya hikûmeta Iraqê, dewleta tirk zêdetirî 30 kîlometran ji xaka başûrê Kurdistanê dagirkiriye. Di beramberî vê dagirkeriyê de tenê gerîlayên PKK’ê şer dikin û rojane derbên giran li artêşa tirk dixin.

Ji herêma Heftanînê ya ser bi navçeya Zaxo bigire heta digihêje Herêma Biradostê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê artêşa tirk li cihên ku dagirkiriye dest bi çêkirina baregehên leşkerî kiriye. Her wiha 24 saetan balefirên keşfê li ser wan deveran digerin û çavdêriya herêmê dikin.

Li gorî wêneyên ku ji devera Biradost taybet ketine ber destê Ajansa Rojnewsê, cihên 34 baregehên artêşa tirk ku li herêma Biradostê avakirine aşkera dike ka çiqas metirsiyek mezin li ser jiyana welatiyên li deverê çêkirine.

Li gorî zanyariyên ji herêmê, artêşa tirk a dagirker li ser lûtkeya çiyayên bilind ên Biradostê baregehên leşkerî avakiriye. Li 34 cihên din ên stratejîk yên wek; Lolan, Lêlkan, Gurbetreş, Çiyayê Şekîf, Mêrgereş, Şêx Zade, Xakurk û Gerwî Singan jî baregehên leşkerî avakiriye.

Li gor heman zanyariyan, rûniştvanên hinek gundên Biradostê ji ber tirsa artêşa tirk gundên xwe berdane. Rojane jî dever ji aliyê balafir û topên artêşa tirk ve tê bombekirin û ziyanek mezin bi rez, bax û malên welatiyan digihîje.

Her wiha hate gotin ku artêşa tirk li Biradostê baregehên xwe bi naylona rengê kesk çêdike, li van baregehan de çekên doçka yên 23 milîm, 12 û nîv û 14 û nîv bicih kiriye. Ji asîmanan de jî bênavber bi balafirên bêmirov çavdêriya deverê dike. Her wiha bi firehiya 500 metre derdora baregehên artêşa tirk kamerayên çavdêriyê hatine danîn.

Artêşa tirk tevî van hemû tedbîrên tund ên ewlehiyê jî, ji tirsa derbên gerîla nikare hêzên xwe bi bejahî veguhêze. Artêşa tirk bi helîkopteran leşkerên xwe yên li baregehan diguhere. Ji ber çalakiyên bi bandor ên gerîla, artêşa tirk neçar maye hewara xwe gihandiye hêzên PDK’ê. Bi vê armancê jî PDK’ê hêza xwe li herêma Biradostê zêdetir kiriye, li ser cihên gerîla zanyariyên îstixbaratî bi artêşa tirk re parve dike. Tê payîn ku bi ketina demsala zivistanê re jî çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa tirk zêdetir bibin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar