Artêşa tirk a dagirker tevî çeteyên xwe yên DAIŞ, El Nûsra û dûvikên wan, saet di 22.00 de dest bi bombekirina gundên Seyda û Mielekê yên Eyn Îsayê û derdora Rêya Bejahî ya M4 kir. Dewleta tirk a dagirker ji pêr ve êrişên li ser bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê giran kiriye.