Artêşa tirk bi SÎHA’yan êrîşî bajaroka Zirgan a Serêkaniyê kir. Hat zanîn ku di êrîşê de şaredarî hate hedefgirtin û di encamê de zirareke mezin gihaşt avahiya şaredariyê
Êrîşên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê berdewam in. Di vê çarçoveyê de hêzên dagirker hem êrîşî gundên di navbera Serêkaniyê û Dirbêsiyê dikin û hem jî bi balafirên şer û SÎHA’yan navendên sivîlan hedef digirin.
Li gorî agahiyên ji Serêkaniyê, hêzên artêşa tirk a dagirker di danê sibehê de bi SÎHA’yan êrîşî navenda bajaroka Zirgan a Serêkaniyê kir. Hat zanîn ku di êrîşê de avahiya şaredariyê hedef hat girtin û di encamê de ziyaneke mezin gihişt avahiya şaredariyê.
Liv û tevgera dewleta tirk û çeteyên wê ya li herêmê didome. HESEKÊ