Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Artêşa tirk bi tabûrekê êrîşî 2 gerîlayan kir

Tabûreke leşkerên artêşa tirk di êvara 27’ê îlonê de li gundê Qesra Qenco yê di navbera Qoser û Dêrikê de tev li şerê li dijî 2 gerîlayên HPG’ê bûn. Çavkaniyên ji herêmê diyar kir ku di şer de gerîlayekî jiyana xwe ji dest daye

Di êvara 27’ê îlonê saet di 17.00’an de li nêzî gundê Qesra Qenco yê di navbera navçeyên Dêrik û Qoserê yên Mêrdînê de li nava zeviyên çandiniyê şer derket. Şer heta duh nîvro jî berdewam kir. Li gorî çavkaniyên herêmî, di encama pevçûnan de gerîlayekê HPG’ê di şer de jiyana xwe ji dest da.

Der barê mijarê de walîtiya Mêrdînê jî daxuyanî da û îdia kir ku di şer de 2 gerîlayên PKK’ê jiyana xwe ji dest dane. Hat ragihandin ku cenazeyên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane anîne Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Di heman demê de welatiyê bi navê Eşref Çagur bi lêdanê hate binçavkirin. Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku ji bo şerê li dijî 2 gerîlayan, tabûreke leşkerên artêşa tirk anîne gund.

Qalikên guleyan birin

Çavkaniyan ragihand ku şer heta serê sibehê dom kiriye û li cihê şer bi sedan qalikên guleyan û parçeyên şarapnelan hatine dîtin. Çavkaniyan diyar kir ku piştre jî tîmên taybet hatine cihê bûyerê û qalikên guleyan û parçeyên şarapnelan bi xwe re birine.

Avahî hilweşandin

Didîmenên hatine bidestxistin de jî xuya dibe ku şerekî giran qewemî ye. Du traktorên li cihê şer ji ber derbên lê ketine êdî nema bên bikaranîn û li gelek maşîneyên kar jî gule lê ketine.  Der barê mijarê de karkerên avdaniyê axivîn û bi lêv kirin ku bi sedan gule li xaniyê di nava şer de maye ketine. Karkeran got ku ban û dîwarên xanî hilweşiyane û li ser deriyê malê jî şopênguleyan hene. Karkeran destnîşan kir ku di xanî de bombe jî hatine teqandin û hemû alavên hundirê xanî parçe parçe bûne. Di berdewamê de jî karkeran diyar kir ku di xanî de rastî şopa xwîna kesên jiyana xwe ji dest dane hatine. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar