Balafirên şer ên dewleta tirk di saetên serê sibehê de derdora çiyayê Xantûr û Geliyê Pisaxayê bombebaran kir
Êrîşên dewleta tirk ên li dijî başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê, hêzên artêşa tirk di danê sibehê saet derdora 08.10’an de derdora çiyayê Xantûrê û Geliyê Pisaxa yên li herêma Sindiyanê ya navçeya Zaxo ya Duhokê bombebaran kir.
Têkildarî encamên bombebaranê heta niha tu agahî nehatine bidestxistin. BEHDÎNAN