Dêra Meryem a suryanên Ortodox a li gundê Til Cîhan ê Tirbespiyeyê ji hêla artêşa tirk ve hate topbarankirin. Di êrîşê de hinek aliyên dêrê rûxiyan
Erîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê berdewam in. Hêzên dagirker bi awayeke bêserûber qadên sivîlan topbaran û bombebaran dikin û ziyanên mezin didin qadên sivîlan. Li hemberî vê jî şervanên HSD’ê bi berxwedaneke bêhempa bersivê didin hêzên dagirker.
Li gorî agahiyên ji herêmê, hêzên artêşa tirk a dagirker Dêra Meryem a li gundê Til Cîhan ê 6 km’yan li bakurê rojavayê navçeya Tirbespiyeyê dimîne, topbaran kir. Hat zanîn ku di encama topbaranê de hinek aliyên dêrê rûxiyan û ziyanên mezin gihanê.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Dêra Meryem di nava çend salên dawî de gelek caran rastî topbarana artêşa tirk a dagirker hatiye. TIRBESPIYE