Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Artêşa tirk di ‘Tevgerên Pençe’ de gavekê jî pêş neketiye’

 

Operasyonên li derveyî sînor bi salan e didome. Tevgera Pençe jî 3 meh in didome. Rojnamevan Seyît Evran diyar kir ku TSK di “Tevgerên Pençe” ya li Herêma Federal a Kurdistanê dimeşîne de gavek jî pêş neketiye û wiha got: “Hewaya weke ku serkeftinê bidestxistine, dikin amûra polîtîkaya navxeyîû bi vê yekêçavê civaka xwe digirin tevî ku li holê tu serkeftin tune ye.”

Operasyonên TSK’ê yên derveyî sînor nêzî 2 salin didome. TSK piştî encam ji operasyonan negirt navê operasoyê guhert. Di 27’ê Gulanê de ‘Heraketa Pençe 1’ dan destpêkirin. Hemû mediyaya girêdayî hikûmetê propagandayek mezin kir. Piştî Heraketa Pençe 1 bi ser neket Harekata Pençe 2 des pê kirin. Herî dawî ew jî bi ser neket û hefteyek berê Pençe 3 dan destpêkirin.

Operasyona TSK’ê hêj didom e. Yek ji rojnamevanên di heremê de xwedî tecrûbeye Seyîd Evran ku operasyonê ji nêzîk ve dişopîne, sedem û encama operasyonê nirxand. Evran pirsên Ajansa Mezopotamya (MA) bersivand û diyar kir ku TSK di operasyona 2 salin didome de gavek jî pêşve neçûye.

Tirkiye ragihand ku “Tevgera Pençe’ ya li ser qada Biradost a Herêma Kurdistana Federe derbasî qonaxa 3’êmîn bûye. Di qonaxa yekemîn û duyemîn de encamên çawa derketin ku derbasî qonaxa sêyemîn bûn? Di vê qonaxê de tevgera wan di çi astê de ye?

Di cihê bêjin êrîşa Tirkiye ya li ser Kurdistana Federe dibêjin êrîşên AKP û Serok Komarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan dê baştir cihê xwe bigire. Zîra bi van êrîşan re şer, konsepta dagirkirinê hewil dide desthiladariya xwe li ser linga bigire.

Di Sûriyê de ceriband çênebû. Bi Rûsya re lihevkirin û ket hin herêman, lê pêvajoyek a bi Îdlîbê re heye ku ev pêvajo bi demê re bû pêvajoyek ku hemû Sûriyê dixe navxwe ye. Bi vê pêvajoyî re dê ji tevahiya Sûriyê bê derxistin. Polîtîkaya di Sûriyê de polîtîkayeke ku li ser esasê tunekirina Kurdan ûku nehêle kurd bigihîje tu mafê xwe hatiye avakirin.

Polîtîkaya li Sûriyê tê meşandin polîtîkayek du lingê wê hene. Komên di Tûnûs, Misir, Lîbiya yên girêdayê xwe ji bo desthiladariyê bigire di Sûriyê de xwest temam bike. Bi vê re dêêdî xwe xelîfe an jî qral îlan kiribûya. Lêev hesabê wan pêk nehat. Lingekî vê polîtîkaya dimeşîne yek ev bû ya din jî ji bo polîtîkaya Kurdan bêîrade bihêle, ji bo tu mafî bidest nexe, di Sûriyeyê de berdewam bike bû.

Piştî polîtîkaya ku bi riya komên OSO xwest bibe xwedî tevahiya Sûriyê bi ser neket, vê carê jî li ser stratejiya polîtîkaya xwe ya ser Kurdan de kûr kir. Ji ber ev rewş li hin hesabên hêzên navneteweyî jî nehat, ev polîtîkaya wî jî bi ser neket. Di sala 2015’an de destpêkê biryara şer li Bakûr dest pê kir. Êrîşên xwe yên li ser Rojava û Bakûr bi êrîşên leşkerî berdewam kir, lingê polîtîkaya Başûr jî di nava KDP’ê de bi hin kesan re li ser lihevkirina bazirganiyê siyaseta diyarkirî xwest bigihije armanca xwe. Van têkiliyên bi KDP’ê re pêş xist zivirand têkiliyeke stratejîk. Bi êrîşên ser Rojava û Bakûr pêk anî KDP’ê jî kir hevkar. Di Rojava de bi ENKS ya ku ji aliyê KDP’ê ve hatî avakirin xwest hin tiştan bidest bixe, lêçênebû. Li Bakûr jî ya KDP’ê li hember êrîşên xwe bêdeng hiştû jê pêşdetir anî rewşekê ku van êrîşan mafdar bibîne.

Cerablûs, Bab, Azez, herî dawî Efrînê jî bi êrîşên hewayî desteser kir û hedefa xwe mezin kir. Zîra bi siyaseta li ser Rojava pêşxistî re meseleya Kurd wek e meseleyekê ewlekariyê bi hêzên navneteweyî da qebûl kirin. Ji ber vê yekê ye ku ew xeyala bi temamî Rojava bigire kete avê, di bin navên heremên tampon, herema ewlehî de rojevekê nû afirand. Bi Hêzên naventeweyî re di ser vê de bazariyê kir. Di ser vê de dest bi gefxwarinê li Kurdan kir. Di demekê wiha de plana xwe ya ku di hemû Kurdistanêde cih bigire berfireh kir. Nîqaşên herêma ewlehî, herêma tampon piştî vê qonaxê herêma ku ji Idlibê destpê dike heya nêzî Urmiyê dixe navxwe bi awayek vekirî anî ziman. Êrîşên li ser herêma Biradost a Kurdistana Federe di nava van nîqaşan de da destpêkirin. Ev du salin dixwaze tevahiya herêma Biradost bidest bixe lê nagihije encama ku dixwaze. Du salin di herêma Biradost de şerek çênebûye. Bi bikaranîn çekên teknolojiya herî nû, bi balafirên keşfêû balafirên şer re li hin gir û qadan hêzên xwe bi cih kiriye. Vaye ev du salin êrîşên ku didomîne hêj nû wek “Pençe 1”, “Pençe 2” bi nav kir. Êrîşên ku jê re dibêjin “Pençe3” jî navê operasyona ku herêma Heftanîn daye destpêkirin e. Êrîşa ku li Heftanîn dest pê kiriye êrîşeke di nava yek du rojên dawî de ye. Di roja yekemîn de windayiyên pir mezin dan. Hêj nikarin pêşve biçin.

Li vir tiştê pêwîste bê gotin êrîşên çi li ser qada Xakûrk Biradost, çi jî ya li ser Heftanîn ne nû ne. Heya niha li ser van qadan 30 êrîş hatine lidarxistin. Herî demdirêj di sala 1992’an de wek 2 meh karibûn bimînin. Piştre neçar man paşde vekişin. Ferqa van êrîşan a ji yên din, leşkeran bi helîkoptêran dadixînin ser giran, ewlekariya van leşkerên daxistine ser gira jî bi balafirên keşfê, şer û helîkoptêran pêk tînin. Eger balafirên şer û keşfê du roj ranekin, leşkerên hatine daxistin dê nikaribin li ser wan giran bimînin. Ligel vê teknîkê jî leşkerên li ser giran li hemberîçalakiyên PKK’yiyan pir zêde bêçare mane. Ji ber vê yekêdi êrîşên ku navê Pençe lê hatî kirin de kes nikare qala serkeftinek bike. Daxuyaniyên tên dayîn, afirandina hewaya ku wek serkeftinê bidestxistine, jibilî armanca ku ji bo bikin amûrê polîtîkaya navxweyîû civakê bixapînin wekî din tu tişt îfade nake. Lewra li holê serkeftinek tune ye.

Hêzên Kurd ên heremê li kuderê vêêrîşê ne?

 Di demên dawî de DYA ku zexta bila hemû hêzên pêşmerge bikevin bin banê Wezareta Parastina Iraqê de guherandinek çêbû?

Ev êrîşên ku di encama polîtîkaya AKP û Erdogan a li ser navê Kurdbûnê tu tişt nehêle, deskeftiyên Kurdan ji holê rabike hatî avakirin, du sal derbas bûn. Heya niha ji hêzên Herêma Kurdistana Federe yek ji wan jî li hember van êrîşan derketin. Daxuyaniyeke ku van êrîşan şermezar bike jî nedan. Dewleta Iraqê jî wisa. Qet tu tişt nebe jî dema di vî alîde lê binêrin, bêdengiya li dijîêrîşan, dijî derneketin jî tê wateya di aliyekê de cihê xwe di vêêrîşê de digirin. Li kêleka vê hin kesên di nava KDP’ê de ji ber têkiliyên xwe yên aborî ya bi AKP’ê re bi awayekê piştgiriyê didin, herkes vê dizane. Ev yek xwe di daxuyaniyên ku derbarêêrîşên dewleta ya sivîlan hedef digire û qetil dike de jî xwe dide der. Dîsa rastiya din jî di êrîşên qadên PKK’êû rêveberên wê de tê kirin de her kes dizane ku hevkariya wan heye. Em dikarin gelek mînakên ku piştgiriye didin êrîşan û hêsantir dike bidin.

Mesela DYA ku dixwaze hêzên Pêşmerge bi Wezareta Parastina Iraqê ve bê girêdan jî meseleke cuda ye. Di hêla yasayî de hêzên pêşmerge girêdayî wezareta parastinê ne û weke hêzen Artêşa Iraqê tên hesibandin. Wek e zagonî rewş ev e, lê ev pêk nayê. Sedema ne bikaranînê jîçavkaniya xwe ji partiyên ku di herêmê de desthiladarin digire. Partiyan hêzên pêşmergeyan nekirine hêzên hemû başûr. Wek e hêzên çekdar ên partiyan hiştine. Partiyan bi hêzên çekdar li dijî derve zêdetir, kirine amûrê li hemberî hev siyasetê bikin. Pirsgirêk di vir de ye. DYA ku dixwaze hêzên pêşmergeyan di bin banekî de kom bike, weke hêzen fermî yê Iraqê birêxistin bikin û bi vê awayî perçeyek siyaseta li dijîÎranê ye. Hesabê wan wiha ye ku van hêzan bike yek, wek e hêzên fermî yê Iraqê li dijîÎranê bide bikaranîn e. Ji ber Îran jî li hember vê derdikeve bi van partiyan re cuda cuda û bi awayek veşartî hevdîtinan dike û dixwaze bi van hêzan re bixebite. Ji ber vê yekê jî di vê meseleyê de heya niha tu pêşketinek çênebûye.

TSK di armanca xwe de çiqas pêşde çûye?

Di êrîşan de ji TSK’ê zêdetir gotina ev armanca AKP û Erdogan e rastir e. Artêş eskerên emir in. Tiştê tên gotin dikin. AKP, Serokomarê Tirkiye Erdogan, ji bo armanca xwe pêk bîne bê ku guman bike dikare artêşê bixe şer. Li Sûriyê jî dixwaze vê pêk bîne. Rewşa li Başûr jî hinek wisa ye. Armanc li ser navê Kurdbûne tiştekî li ser piyan nehêle. Dema vê riyê dihone jî wek e ku ev êrîş tenê li dijî PKK’ê dide nîşandan.

Lê her kes jî dizane AKP û Erdogan li dijî hemû Kurdan û bi taybetî jî Kurdistana Federe ye. Daxuyaniyên Erdogan û rayedarên AKP’ê ya derbarê vê mijarê de pir vekirî hene. Erdogan, Başûr weke xeletiyekê xwe dibîne. Vê yekê vekirî jî dibêje. Çend caran li gorî peyvên wê li Bakûrê Iraqê xeletiyên ku kirine, dê li Bakûrê Sûriyê nekin. Xeletiya ku behsê dike, statuya ku Kurdistana Federe bidest xistiye ye. Piştî referanduma Başûrê Kurdistanê jî bi awayek êbretî, daxuyaniyên heqaret û biçûkxistinê jî vê vekirî datanî holê. Dikarin bêjin ku heya niha armanca xwe pêk neaniye. Sedema ku armanca xwe pêk neanîn jîçavkaniya xwe ji berxwedana PKK’ê digire. Li ser çend gir û qadê leşker bicihkirin û wana jî bi balafirên keşfê, balafirên şer û helîkoptêran ewlehiya wan girtin nayê wê wateyê ku gihiştiye armanca xwe.

PDK, YNK û hêzên Kurd ên din bêdengiya xwe ya li hember êrîşên Tirkiye dibe ku biguherînin, di vê qonaxê de hatine kîjan astê?

Li dijîêrîşan li derveyê KDP û YNK hêzên Kurd hatine bêdengkirin. Her yek bi hincetek cuda hatine bêdengkirin. Mînak; Tevgera Goran ji aliyê KDP’ê ve ku dê wê bike hevparê bingehîn a hikûmeta herêmê re hatiye bêdengkirin. Goran a di dema êrîşa ser Efrînêû Goran a niha ne eynî ye. Goran a ku di serdema êrîşa ser Efrînê de ku serdana Balyozxaneya Tirkiyê qebûl nekir û pê re hevdîtin nekir, lê niha li dijîêrîşan bêdeng e. Lê em divê vê jî bêjin ku di nava xwe bi xwe de jî bertekek heye. Di nava KDP û YNK’ê de jî ji destpêkê heya niha hin kes jî ku li dijîêrîşan disekinin hene. Yên dijberin di nêrîna ku êrîşên dewleta tirk li dijî hemû Kurdane de ne. Belkî dijbertiya xwe di rayagiştî de pir zêde aşkere nekirin lê kêm be jî hin kesan vekirîanîn ziman. Lê di civînên rêveberiya partiyê de vê helwesta xwe danîn holê. Yên li dijî dernakevin jî, ji ber têkiliyên xwe yên taybet û aborîû hinek jî dijminatiya kesayetîya li dijî PKK’ê ne. Yên li dijîêrîşan in dizanin ku piştî PKK’ê dê dor were wan û vê tînin ziman jî. Yek ji van Birêz Mesûd Barzanî ye. Vê di civîneke partiyê de gotibû. Lê ligel vê yekê hemû ketine bêdengiyekê. Li benda dê encama wêçibe de ne. Hin di nêrîna ku wê ev êrîş di demek kurt de bi encam bibe de bûn. Lê dema TSK li dijî berxwedana PKK’ê negihiştin armanca xwe, dengên ku dijberên êrîşê bûn bilindtir bû. Ango guherandina helwesta wan jî berxwedana PKK’ê diyar kir.

Daxuyaniya Mesûd Barzanî ya “Dê careke din xwîna Kurdan bi destê Kurdan neyê rijandin” encama vê bû. Yanî kurt û kurmancî zivirîna helwestê tê dîtin. Lê li vir tiştê pêwîste neyê jibîrkirin jî gelê Başûr e. Nerazîbûna gel, ji bo bidestxistina statuyê tekoşînê didin ên wek e Pêşmergeyên Dêrin, rewşenbîr, nivîskar û hûnermend, hemû cure yên civakê hene. Partî jî ji ber berxwedana PKK’êû bertekên gel hêdî hêdî nerazîbûn anîna ziman, guherandineke helwestdayînê divê bê dîtin. Lê divê ev jî bê zanîn ku kesên piştgiriyê didin hewil didin heya dawî piştgiriya xwe bidomîn in.

Bêdengiya DYA çavkaniya xwe ji kîjan armancê digire? Rastiyên di bin vê bêdengiyê de çi ne? 

Eger em bibêjin ev êrîş bê erêkirina DYA destpêkiriye dê emê bikevin xefletê. Bê erêkirina DYA ne mimkûne Tirkiye balafiran rabike û li ser qadên cihwarên sivîl, gundan bombaran bike. Ji ber vê yekî teqeze ku êrîş li ser erêkirina DYA dest pê kirine. DYA ji ber çend sedeman van êrîşan erê kiriye. Sedema sereke ji ber felsefe, bîrdozîû paradîgmaya PKK û Rêberê wê Abdullah Ocalan a ji hemû gelên Rojhilata Navîn re pêş dîtiye û pêş xistiye ye. Ya duyemîn jî ji bo ya Tirkiyeyê li dijîÎranê bike mewzîû ji bo li cem xwe bigire erê kiriye. Lê Erdogan di vir de jî polîtîkayek dualî meşand. Di aliyekê de ji DYA destûr stand, li aliyê din de jî bi Îranê re têkiliyên xwe domand û da nîşandan ku ne li hemberîÎranê ye.

’Harekata Pençe’ bi Îranê ve eleqa xwe heye? Pozîsyona Îranê ya di vê mijarî de çi ye? 

DYA ji bo li dijîÎranê wek e mewziyekê bide bikaranîn û di mudaxeleyeke îhtîmal a li ser Îranê de rolekê bide Tirkiyeyê, êrîşê erê kir. Dema mirov li vî alî binêre êrîş bi Îranê re ji nêz ve eleqeya xwe heye. Îran ne ku fêmnekir ev hewildan li dijî wê ye, fêm kir. Ji ber wê yeke di dema destpêka êrîşan de bi Tirkiyeyê re sînor diyar kir. Nehişt ku heya heremên nêzîÎranê biçe. Lê em dibînin ku di van êrîşên îsal de ji bo Tirkiyeyê bi temamî nede Amerîka û neke dijminê xwe destûr daye. Çûna Tirkiye ya heya ÇiyayêŞekif, bê destûra Îranê ne mimkûn bû ku ewqas pêşve çûbûya. DYA tiştê ku li pêşiya Tirkiyeyê wek peywir daniye li wêçiyayê li dijîÎranê noqteyekêçavdêriyê ava bike ye. Îran jî ku heya wir destûr da ku Tirkiye êrîşên xwe pêşve bibe, tê dîtin ku Îran mîsoger kiriye ku Tirkiye ji wir êrîşekê li hember dewleta wê pêk neyine standiye. Li gor fikra min eger Îran wê garantiyê negirtibe ne mimkûn bû ku destûr bide Tirkiye heya wir wer e.

Hêza berxwedayina PKK’êçi ye? Niha tevgera wan di çi astî de ye?

PKK tevgereke gerîla ye. Dema em pêşketin, berxwedan û terzê berxwedanê bişopînin em ê bibînin ku xwedî berxwedêriyek mezin e. Dema em li dîroka derketina tevgerê dinêrin pêşî temenek 3 saat didin. Piştre ev sê seat dibe sê roj, heya dizivrînin sê mehan. Ev sê seata temen hatibû dayîn, 30 salî derbas kir, heta em dibînin ku 40 sal derbas kiriye. Yek ji herî girîng a taybetmendiya ku ji hemûêrîşên li ser tê kirin bi berxwedaniyek herî mezin derdikeve û her çiqas diçe mezintir dibe, derdikeve pêş. Dema bi vê awayî lê binêrin qonaxa hatî em ê bibînin ku dê berxwedaniyên bihêztir derkeve pêş. Jixwe hat dîtin ev êrîşên ser herêma Biradost ku bendewariya dê di nava sê-çar mehî de temam bibe, vaye 2 sal serde derbas bû. Lê hêj jî mesafeya gavekê jî pêş neketiye. Dîsa dema em li çalakiyên di qadên ketine yê dinêrin vê yekê dibînin. Ji ber vê yekê dema em li çalakiyên li dijîêrîşan ên heya niha hatî kirin dinêrin em dê berxwedaniyekêçiqas bi hêz bide nîşandan û amadekariyên cidî hatî kirin tê fêmkirin.

’Tevgera Pençe’ eleqeya xwe bi planên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê re heye? Ger hebe çiqas şensê serkeftinê heye?

Êrîşên ku navê wê derbas dibe bêguman raste rast eleqeya xwe bi Bakûr û Rojhilatê Sûriye re heye. Lewra dewleta tirk, AKP û Erdogan Kurdan yek dibîne. Êrîşên xwe jî li gor wê pêk tîne. Jixwe yek armanca bingehîn a van êrîşan ew e ku di serî de Erdogan hemû rayedarên Tirkiyeyê ji Bakûr-Rojhilatê Sûriyê dest pê dike heya Kurdistan a Federe heremekê tampon îşaret dikin. Jibilî wê dîsa îradeya ku di pêşengtiya Kurdan de li Bakur-Rojhilatê Sûriyê derketî holê wan perçeyên din bandor neke, nebe yek vicut e. Dema mirov wisa lê dinêre raste rast girêdayina xwe pê re heye.

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar