Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Artêşa tirk dixwaze gundan vala bike

Gundiyên herêma Bradostê diyar kirin ku dewleta tirk bi êrîş û dagirkeriya xwe ya li ser sînor, metirsiyê li ser jiyana xelkê herêmê dide çêkirin. Dewleta tirk bi êrîşên xwe dixwaze gundan vala bike

Êrîş û dagirkeriya dewleta tirk ya li ser xaka başûrê Kurdistanê berdewam dike. Xelkê gundewarên sînorî yên herêma Bradostê jî diyar kirin ku di encama van êrîşan de ziyanên mezin yên malî û canî çêdibin. Li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk xelkê herêma sînorî ya Herêma Bradostê ji Rojnews’ê re axivîn.

Nişteciha gundê Sîranî ya sînorê herêma Bradostê Mehsûme Rehman wiha got: “Hatina artêşa tirk ya ji bo gundê Xelîfan û Sîran metirsiyek mezin li ser jiyana xelkê gund daye çêkirin. Di vê demsalê de tevahî gundên sînorî yên van herêman ji bo komkirina pêwîstiyên Zivistanê diçin çiyayan,  lê ji ber bombabaranê nikarin biçin. Em şev nikarîn agirek biçûk jî pêbêxin, rewş gelek metirsîdar e. Bi taybet ji artêşa tirk çend caran navenda gundê Sîran bombebaran kirine. Ji ber van bombabaranan gelek xelkê gund penaber bûne.”

Mehsûme Rehman di dewama axaftina xwe de diyar kir ku metirsiyek mezin heye, roj bi roj artêşa tirk pêşde tê û wiha domand: “Ez daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ku rêyekî ya çareseriyê bibîne ji bo ku ziyan bi gundiyan nekeve.”

Welatiyê bi navê Zibêr Hemed jî wiha axivî: “Ez êrîşên dewleta tirk şermezar dikim. Ji roja ku artêşa tirk hatiye vê herêmê şev û roj li me heram bûye. Ji ber artêşa tirk em nikarin şev biçin nava rezê xwe, guleyan li me dibarînin. Gelek caran gundê Sîran ji aliyê artêşa tirk ve hate bombebarankirin. Gelek xelkê gund ji bo debara xwe dixwazin biçin çiyê, lê ji ber artêşa tirk nikarin biçin. Ev yek ji jiyana me dixe nava metirsiyê de.”

Her wiha Zibêr Hemed got ku xelkê sivîl diyare û gerîlayên PKK’ê jî diyar in û wiha pêde çû; “Bi qasî ku navendên sîvîl bombabaran dikin, ewqas navendên gêrîlayên PKK’ê bombabaran nakin. Armanca dewleta tirk valakirina gundan e. Lê em gundên xwe naberdin.”

Li ser heman mijarê welatiyê bi navê Aram Zûbêr jî wiha got: “Bi hatina dewleta tirk re metirsî li ser jiyana xelk û gundiyan çêbûye. Dewleta tirk gelek gund şewitandin. Niha dema çûyîna zozanan e, lê kes nikare biçe zozanan. Ji ber bombabaranên dewleta tirk jîngeha herêmê xirabûye. Daxwaz Tirkiye ne qedandina PKK’ê ye, daxwaza wan dagirkirina başûrê Kurdistanê ye. Artêşa tirk xweza û jingeha van herêman qetil dike.”

Aram Zûbêr di dewama axaftina xwe de jî ev tişt gotin: “Li van herêman debar û jiyana gundiyan li ser pincar e. Ev çend sal in gundî  ji ber bombabaranên dewleta tirk nikarin biçin çiya û pincar kom bikin. Ez daxwazê ji tevahî gelê kurd ê li her çar parçeyên Kurdistanê dikim ku êdî vê dagirkeriyê qebûl nekin.”

Eşqî Zûbêr jî li ser dagirkeirya dewleta tirk wiha axivî “Ez weke niştecihê gundê Alekan û gelek gundên din em van êrîşên dagirkeriyê şermezar dikin. Metirsiyek mezin li ser van gundan heye, bi taybet jî ew kesên sewalvaniyê dikin. Ji ber leşekerên artêşa tirk em şevan seat 10 nikarîn ji malên xwe derbikevin. Ger em derbikevin guleyan li me direşînin. Ez daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim demildest çareseriyekê ji bo vê dagirkeriyê bibîne.” BRADOST

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar