Hêzên artêşa tirk û çeteyên girêdayî wê bi obûsan êrîşî bajaroka Şêx Îsa ya kantona Şehbayê kir
Êrîşên hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Di vê çarçoveyê de artêşa tirk a dagirker bi obûsan êrîşî bajaroka Şêx Îsa ya kantona Şehbayê kir.
Hêjayî gotinê ye ku li bajaroka Şêx Îsa bi hezaran welatiyên efrînî yên ku ji ber dagirkeriya dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê koçber bûn, hene. ŞEHBA