Artêşa tirk a dagirker gundên Mişrefa û Sefih ên Serêkaniyê û bajaroka Eyn Îsayê bombebaran kir. Her wiha navçeya Girê Spî jî ji hêla artêşa tirk ve hate topbarankirin
Hêzên artêşa tirk a dagirker dest bi êrîşa xwe ya dagirkirinê kir. Di vê çarçoveyê de di serî de gundê Mişrefa yê Serêkaniyê ku sivîl lê dimînin, bombebaran kir. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê, artêşa tirk navçeya Eyn Îsa û gundê Sefih ê li rojavayê Serêkaniyê jî bombebaran kir.
Di heman demê de çavkaniyan ragihand ku artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê, bajarê Girê Spî jî topbaran dikin. Têkildarî encamên bombebaran û topbaranê de heta niha tu agahî nehatine bidestxistin. SERÊKANIYÊ