Artêşa Tirk a dagirker beriya saetekê moşekek avêt bajarê Qamişloyê. Moşeka ku artêşa dagirker avêt li garaca Roj a li taxa Curnikê ya bakurê rojhilatê Qamişloyê ket, di encamê de 2 sivîl birîndar bûn û birîndaran rakirina nexweşxaneyê. Navên birîndarên sivîl wiha ne; Îbrahîm Colî(50) û Telal Sîno(40). QAMIŞLO