Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Merenaz ê navçeya Şera ya Efrînê topbaran dikin
Êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Efrînê bênavber didomin. Li gorî agahiyên ji Efrînê, hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bi tank û topên hawanan êrîşî gundê Merenaz ê navçeya Şera ya kantona Efrînê dikin.
Têkildarî encamên êrîşê agahiyên zelal nehatin bidestxistin. EFRÎN