Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundê Qasimiyê yê Til Temirê topbaran dikin
Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAIŞ, El Nusra û OSO’yê yên li dijî rojavayê Kurdistanê bênavber didomin. Hêzên dagirker ên ku lihevkirinên heyî binpê dikin, bênavber êrîşên xwe didomînin.
Di vê çarçoveyê de hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundê Qasimiyê yê girêdayî Til Temirê topbaran kir. Têkildarî encamên topbaranê tu agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Çavkaniyên ji herêmê ragihand ku topbaran hêzên dagirker a li dijî herêmê hê jî didome. TIL TEMIR