Dewleta tirk a dagirker gundê Aşmê yê Kobanê û gundê Eyn Dîwar ê Dêrikê topbaran dike
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê berdewam in. Di vê çarçoveyê de hêzên dagirker li seranserî sînorê rojavayê Kurdistanê êrîşên dijwar pêk tîne.
Li gorî agahiyên ji herêmê, hêzên artêşa tirk a dagirker gundê Aşmê yê Kobanê topbaran dike. Di heman demê de artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bi hawan û obusan gundê Eyn Dîwar ê li ser qeraxa Çemê Dîcle yê Dêrikê topbaran dike.
Hêjayî gotinê ye ku şervanên HSD’ê di çarçoveya pevçûnan de duh li gundê Eyn Dîwarê tankeke artêşa dagirker rûxand û 2 leşkerên tirk jî kuştin.