Artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê gundê Zormixar ê Kobanê û gundê Kefîfa yê Girê Spî topbaran dikin
Êrîşên qirkirinê yên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê bênavber didomin. Hêzên dagirker tevî ‘agirbest’ a di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dewleta tirk a bi navbeynkariya DYA’yê jî, êrîşên xwe bênavber didomîne.
Di vê çarçoveyê de hêzên dagirker di van kêliyan de ji devera Qerqamesê ya li hemberî gund, gundê Zormixar ê Kobanê bi dijwarî topbaran û gulebaran dikin.
Her wiha çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî gundê Kefîfa yê Girê Spî jî topbaran dikin. SERÊKANIYÊ