Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên El Nusra, DAIŞ û OSO’yê di van kêliyan de gundên Zirgan û Til Temirê topbaran dikin
Êrîşên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê yên li ser rojavayê Kurdistanê bênavber berdewam in. Di vê çarçoveyê de artêşa tirk û çeteyên wê êrîşî gelek deverên din kir.
Li gorî agahiyên ji herêmê, artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên El Nusra, DAIŞ û OSO’yê gundên Zirgan a Serêkaniyê û gundên Til Mihemed, Ingel Hawa û Erîşa yên Til Temirê topbaran kirin.
Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku topbarana li ser herêmê hê jî didome. Der barê encamên topbaranê de tu agahiyên zelal nehatin bidestxistin. HESEKÊ