Balafirên şer ên artêşa tirk gundê Reşidiyê û Um Kêf ên Til Temirê bombebaran kirin. Her wiha li gundê Kesra yê Til Temirê jî şerekê dijwar heye
Artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê êrîşên xwe yên li dijî rojavayê Kurdistanê bênavber berdewam dikin. Tevî agirbest û lihevkirinên li herêmê jî hêzên dagirker êrîşên xwe didomînin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê, balafirên şer ên dewleta tirk gundên Reşidiyê û Um Kêf ên Til Temirê bi balafirên şer bombebaran kirin. Çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku bombebarana li ser herêmê hê jî didome.
Her wiha artêşa tirk a dagirker û komên çete yên El Nusra, DAIŞ û OSO’yê ji sibehê ve êrîşî gundê Kesra yê Til Temirê dikin. Şervanên HSD’ê jî bersivîn tund didin çeteyan û li herêmê şerekê dijwar diqewime. HESEKÊ