Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên El Nusra, DAIŞ û OSO’yê êrîşî gundên Til Temirê dikin. Hat zanîn ku topbarana hêzên dagirker a li ser gundên Ezîziye, Dawûdiye û Hiwêşayê didome
Êrîşên hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê bênavber didomin. Hêzên dagirker tevî lihevkirinên heyî jî agirbestê rojane bi dehan caran binpê dikin.
Di vê çarçoveyê de artêşa tirk û çeteyên wê bi obus û hawanan gundê Ezîziyê yê Til Temirê topbaran dikin. Hat zanîn ku topbarana li ser gund berdewam dike û heta niha jî têkildarî encamên topbaranê agahiyên zelal nehatin bidestxstin.
Her wiha artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên El Nusra, DAIŞ û OSO’yê gundên Dawûdiyê û Hiwêşa yên girêdayî Til Temirê topbaran dikin. Topbarana li ser gundan didome. HESEKÊ