Hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên Dawûdiyê û Erîşa yên Til Temirê topbaran dikin
Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAIŞ, El Nusra û OSO’yê êrîşên xwe yên li dijî rojavayê Kurdistanê didomînin. Di vê çarçoveyê de hêzên dagirker careke din êrîşî herêmên Til Temirê kirin.
Li gorî agahiyên ji herêmê, hêzên dagirker ên artêşa tirk û çeteyên wê di van kêliyan de bi topan û çekên giran gundên Dawûdiyê û Erîşa yên girêdayî Til Temirê topbaran dikin.
Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku topbarana li ser gundan hê jî didome û têkildarî encamên topbaranê agahiyên zelal nehatin bidestxistin. TIL TEMIR