Kerwanê sivîlên ji herêma Cizîrê ku îro ber bi Serêkaniyê ve ketibûn rê da ku sivîlên birîndar xelas bikin, ji aliye artêşa tirk û çeteyên we hatin hedefgirtin
Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê, tevî agirbesta ku hatiye ragihand, agirbest binpê kirin.
Artêşa tirk sivîlên ku piştî ragihandina agirbestê ji herêma Cizîrê diçûn Serêkaniyê topbaran kirin. Topbarana li ser kerwan sivîlan dewam dike.
Hêjayê bi bîr xistinê ye di 13`yê mehê de, balafirên artêşa dagirker kerwanê sivîlan li Serêkaniyê bombebaran kiribû û komkujiyek pêk anî. Di encama vê bombebaranê de 2 jê rojnameger 13 sivîl şehîd bûn. HESEKÊ