Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

‘Artêşa tirk ketiye nava çiravê, nikare xwe jê derxîne’

Ji fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG’ê Hakî Armanc nerazîbûn nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Apo da û destnîşan kir ku tecrîd gihiştiye asta êşkenceyê û wiha got: “Dewleta tirk li her devera ku xwest ber bi pêş ve biçe, derbe ji gerîla xwar. Artêşa tirk niha ketiye nava çiravê û nikare xwe jê derxîne.”

Ji fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG’ê Hakî Armanc ji radyoya Dengê Gel re axivî û têkildarî rojevê nirxandinên girîng kir. Hakî Armanc di destpêka axaftina xwe de nerazîbûn nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan da û destnîşan kir ku tecrîd gihiştiye asta êşkenceyê. Armanc qala girîngiya pêngava “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” jî kir ku 10’ê Cotmehê ji aliyê dostên Kurdan ve hate destpêkirin.

Fermandar Armanc ev tişt anîn ziman:

“Çend roj mane em bikevin saleke nû. Beriya demekê em ketin salvegera 46’emîn a partiya xwe. Destpêkê em sala nû li Rêber Apo, tevahî hevalên di girtîgehan de, li gelê me û hemû hevalan pîroz dikin. Em hêvî dikin ku di sala li pêş me de, hîn zêdetir em bi erka xwe rabin û bersiva herî pêwîst bidin dijminê dagirker ê mirovahiyê û bi vî rengî serketinên mezin bi dest bixin. Niha bi rastî jî dijminê gelan, desthilatdariya cîhanê, hişmendiya dewlet-netew ji bo tolê ji Rêber Apo bistînin, tecrîdeke girankirî dimeşînin. Ev sîstema tecrîd û êşkenceyê di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê kurd û gelên cîhanê yên azadîxwaz tê pêşxistin. Rêber Apo li hemberî desthilatdariya li ser gelan têkoşîn meşand. Hîn di destpêka ciwantiya xwe de fêm kir û li gorî wê ruhê hevrêtiyê pêş xist. Lewma îro li her çar parçeyên Kurdistanê pêşveçûnên pir mezin çêbûne. Lewma dewletên desthilatdar li hemberî Rêber Apo ketin nava hewldanê ku komployê pêk bînin. Ev 26 sal li ser derbas bûn. Ne pêkan e ku mirov di dîroka mirovahiyê de rastî tiştek wiha were ku kesek ji hemû mafên xwe yên mirovahiyê bê par tê hiştin. Yanî dengê wî bi temamî ji gel bê qutkirin. Yanî tiştek wisa di dîrokê de nehatiye dîtin. Niha di serî de Rêber Apo li dijî vê yekê li ber xwe dide. Rêber Apo li hemberî vê tecrîdê serî netewand. Timî sekneke berxwedêr raber kir û ev sekna Rêber Apo ya li Îmraliyê, îro li Kurdistanê ji gelê kurd, kadroyên tevgera me û her kesî re rêya berxwedan û têkoşînê nîşan da. Em li dijî komplogeran û li dijî vê tecrîdê têdikoşin.

 

Hemû gelan fikrên Rêber Apo ji xwe re ronahî dîtin û ji bo azadiyê bi rê ketin

Pêngava ku 10’ê Cotmehê ji aliyê dostên Kurdan ve hate destpêkirin, li Kurdistanê belav bû û gelê kurd beşdar bû. Ev pêngav her ku diçe berfireh dibe. Herî dawî jî ji xwe hevalên me yên li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirine. Yanî bi vî rengî her ku diçe firehtir dibe. Ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were û pirsgirêka Kurd bi rêbaza siyasî were çareserkirin, gelê me li ser piyan e û têdikoşe. Tişta ku em li vir fêm bikin çiye? Fikrên Rêber Apo li tevahî cîhanê belav bûn, hatin qebûlkirin û 10’ê Cotmehê li ser wî esasî li 74 navendan hate ragihandin. Daxuyanî hatin dayîn, çalakî hatin lidarxistin û bi wî rengî girêdana xwe ya bi Rêber Apo û doza Kurd re nîşan dan. Ev yek her ku çû girseyî bû. Yanî fikrên Rêber Apo ya Modernîteya Demokratîk li dijî Modernîteya Kapîtalîst ji bo azadî û wekheviya gelan bû alternatîf. Dibe ku gelek kes Rêbertî baş nas jî nakin, lê hingî ku Rêbertî hate fêmkirin ew qas piştgirî pêş ket. Hemû gelên azadîxwaz ên ku dixwazin li dijî zilmkaran têkoşînê bimeşînin, fikrên Rêber Apo ji xwe re ronahî dîtin û ji bo azadiyê bi rê ketin. Yanî ew dizanin dema ku Rêber Apo û gelê kurd azad bû, wê ev ji hemû gelên cîhanê re jî bi sûd be. Li ser wî esasî di nava têkoşînê de cih digirin. Niha ji xwe tê zanîn li her derê pirtûkên Rêber Apo tên gerandin, tên xwendin û tên tercumekirin. Ya rast em dereng jî man. Yanî çiqasî zû nirxandin û parêznameyên Rêber Apo hatiban belavkirin, bi zimanê biyanî hatiban tercumekirin, dibe ku hîn zêdetir xwedî li Rêber Apo hatiba derketin. Her çendî ku dereng jî çêbû, lê asta ku niha gihiştiyê jî pir hêja ye. Niha weke gelê kurd û kadroyên fedayî yên Rêber Apo divê em hîn zêdetir li ser fikrên Rêber Apo xwe kûr bikin. Em berpirsyar in ku hîn zêdetir Rêber Apo fêm bikin û divê em vê yekê di pratîkê de jî pêk bînin. Ev erkê me yê sereke ye ku divê em taloq nekin. Eger mirov Rêber Apo baş fêm neke, nikare baş pratîk bimeşîne. Kengê em Rêber Apo baş fêm bikin, hingê em dikarin pratîkek bi serketî bimeşînin. Divê em her kêlî di nava têkoşîneke piralî de bin.

 

Niha em pir behsa salên borî nakin. Ji ber ku gelek caran fermandariya biryargeha me nirxand, yanî sal bi sal nirxand. Lê weke îsal, ji xwe di despêka salê de li Kurdistan û Tirkiyeyê erdhej çêbû. Gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. 6’ê Sibatê rêveberiya tevgera me, pêvajoya bêçalakiyê ragihand. Piştî wê jî hilbijartin ket rojevê. Dewleta tirk ev pêvajoya bêçalakîtiyê ku ji aliyê tevgera me ve hate îlankirin, weke firsend nirxand. Li Bakur û Başûrê Kurdistanê û li Herêmên Parastinê yên Medyayê her ku çû êrîşên xwe dijwartir kir û amadekariyên xwe zêdetir pêş xist. Lê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê sebrek mezin esas girt û ti çalakî jî pêş nexist. Niha di van demên dawî de armanca dewleta tirk a dagirkirina Başûrê Kurdistanê, planeke stratejîk e. Dixwaze Mûsil û Kerkûk jî di nav de tevahî Başûrê Kurdistanê dagir bike. Plana wî li ser vî esasî ye. Mesele ne PKK ye. Dewleta tirk ji 2015’an ve ketiye nava hewldaneke wisa. Dijmin dixwest di demek kurt de, yanî di nava çend mehan de encamê bi dest bixe. Lê berxwedana ku hatî raberkirin û sekna gerîlayên Apoyî nehişt ku armanca wan pêk were. Hingî ku ber bi pêş ve hat, windahiyên mezin dan. Bi vî rengî heya roja îro hat. Di nava salê de jî xwest hinekê çeperê xwe fireh bike. Tenê li Metîna hinek cih girtin, lê li xeta Zapê û wan deran gavekî jî nekarîn pêş ve werin. Artêşa tirk ketiye nava çiravê de, nikare xwe jê derxîne jî. Ji xwe re kiriye meseleyeke gurûrê. Yanî eger xwe vekişînin, wê rezîl bibin. Lê di mayîna li wir de israrkirin jî, windahiyê dide wan. Yanî bi rastî jî di aliyê derûnî de bandorek xirab li ser artêşa tirk çêbûye. Em vê di gelek kêliyan de dibînin. Operasyonên şoreşgerî hîn zêdetir artêşa tirk tengav kir. Lê di nava salê de em dikarin bêjin, gelek çalakiyên bi bandor, bi taktîkên dewlemend pêş ketin. Hem di tunelên şer de pir berxwedaniyên mezin hatin raberkirin, li hemberî çekên kîmyewî yên qedexekirî sekneke fedayiyane hat raberkirin. Bi sedan, bi hezaran leşkerên dijmin hatin cezakirin. Bi tîmên bi tevger jî gelek çalakiyên dewlemend hatin lidarxistin. Di van demên dawî de hîn zêdetir li xetê Zap û Metîna gelek çalakî pêş ketin. Ji xwe bi raya giştî re jî hat parvekirin ku li Girê Amediyê, Girê Çarçêl û Girê Ortê Metîna çalakiyên bi bandor hatin kirin. Dijmin derbên pir giran xwar. Lê tişta balkêş tevî ku dîmen berçav e û her tişt eşkere ye, windahiyên xwe veşartin.

Ev çalakiyên dawî tirsekî mezin xist dilê dijmin

Bi rastî jî gelek dîmen hatin weşandin, hîna jî gelek nehatine weşandin ku wê di rojên pêş de bên weşandin. Tevî vê yekê jî dijmin ji windahiyên xwe tenê çendek dan. Lê rastî cuda ye. Em vê yekê tenê bi axaftin nabêjin, vaye dîmen hene. Dijmin piranî bi teknolojiyê taktîk meşand. Dema keşfên wan nebin, li derdora xwe bi teknîkê bendav, xet û dîwar çêkirin. Yanî ji bo ku plansaziya gerîla bi ser nekeve, pir taktîkên cuda meşand. Dema ku derfet dibîne 24 saetan bi balafirên keşfê û bi alîkariya kurdên xayîn, ji bo xwe biparêze her tiştî dike. Tevî van hemûyan jî, heval car din çûn û ketin navenda dijmin de û derbeyên giran lêdan, çeperên wan girtin û gelek alavên wan ên leşkerî desteser kirin. Yanî fêm kir ku ew bi ti awayî nikare xwe li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên bûne fedayiyên Apoyî, biparêze. Çalakiyên dawî yên ku gerîla li dijî wan pêş xist, ev yek nîşanî me da. Heval bi xwînsarî li gir bi cih bûn û çûn ser cenazeyên wan, gelek alavên wan kom kirin. Her wiha hevalan gelek cenazeyên wan li wan erdan nehêlan, bi xwe re anîn. Ev nîşan dide ku gerîla ku xwedî ruhekî fedayî ye, ji artêşa tirk û teknolojiya wê natirse. Van çalakiyên dawî tirsekî mezin xist dilê dijmin. Niha pergala ku artêşa tirk pêş xistiye ew e ku erdê bikole û biçe têde xwe veşêre û derdora xwe dîwar, têl û mayînan bi cih dike. Bi vî rengî difikire ku xwe biparêze. Rê û rêbazeke heye ku gerîla dizane. Ji xwe li ser wî esasî gerîla xwe gihand wan. Yanî em dikarin bêjin ku wê di demê pêş de jî hîn zêdetir çalakî bên kirin. Bi çalakiyên berê û bi gerîlayên nû yên ciwan jî tecrube tê qezenckirin. Bi vî rengî hêrseke xurt heye. Bi taybet tecrîda li ser Rêber Apo, êrîşên li ser gelê me, qetilkirin û êşkenceya ku tê kirin, ambargoyên ku li ser gelê me têne meşandin, tunekirina destkeftiyên Kurdan, hêrseke mezin bi Gerîlayên Azadiya Kurdistanê re çêdike. Weke Hêza Parastina Gel divê çalakiyên me çawa bin, sekna me çawa be, her kêliyekê em li hemberî dijmin çi rê û rêbaz pêş bixin, yanî di vir de her ku diçe zelalî xurttir û mezintir dibe. Bi vê yekê re di her şervanekî de asteke bilind çêdibe. Mirov çiqas xwe di hişmendiya Apoyî de xurt bike, wê ewqas di çalakiya xwe de jî serkeftî be. Yanî di tunelên şer de, di nava tîmên bi tevger de û di perwerdeyan de jî li ser vî esasî amadekarî tên kirin.

Sala 2023’an li Bakurê Kurdistanê şerê herî dijwar qewimî. Operasyonên artêşa tirk bi berfireh pêş ketin. Bi xwe dibêjin ji xwe her meh bi hezaran operasyonan dimeşîne. Ji bo ku dewleta tirk gerîlayekî tenê jî li Bakur nehêle, hemû derfetê xwe xistine meriyetê. Her rê û rêbazê bi kar tîne û bi vî rengî dixwaze bigihije encamê. Armanca wan ew bû ku di meha Cotmehê de ku salvegera sedsaliya Komara Tirkiyeyê ye, gerîlayên li Bakurê Kurdistanê bi tevahî tune bike.

Li her derê berxwedaneke pir mezin pêş ket

Armanca wan ev bû. Her çiqas dem dan ku di salvegera Komara Tirkiyeyê de tu kesî nehêlin. Bi vê hişmendiyê dest bi êrîşan kirin. Di her alî de operasyon meşandin. Di van operasyonên Artêşa tirk ên li Bakurê Kurdistanê de hin şehadetên me çêbûn. Nasnameyên hevrêyên me ji raya giştî re hatin eşkerekirin. Wek fermandara me hevrê Leyla Sorxwîn, Rojbîn, Axîn Mûş, Xemgîn Malazgirt, Canşêr Maku, Zozan û gelek hevrêyên me yên hêja û fermandarên me yên pêşeng bûn şehîd bûn. Wek hevrê Rêdûr û Destan di xeta Zîlanan xwe di nav dijmin de teqandin, fedayiyên pir mezin derketin. Her şehadetên me yên Bakurê Kurdistanê bi xwe re dîrokek nivîsandin. Berxwedaneke ewqas mezin nîşan dan ku bi şehadeta xwe jî derb li dijmin xistin. Bi şehadeta xwe jî dijmin tirsandin. Gelek şehadetên me piranî li Bakurê Kurdistanê bi vî rengî çebûn. Berxwedana 2023’yan a li Bakurê Kurdistanê berxwedeneke destanî ye. Bi çend gotinan mirov nikare bîne ziman. Li hemû Eyaletên me, li Serhedê, Garzanê, Dersimê, Amedê, Mêrdînê, Botanê, Wanê li her derê berxwedaneke pir mezin pêş ket. Dijmin xwest hin taktîkên cuda bi kar bîne û her ku çû vana xurt kirin. Ev taktîk çi ne? Teknîkî û îstîxbarî ne. Zêdetir giraniya xwe dide van aliyan. Nikare artêşa xwe derxe eraziyê û lêgerînê bike. Vê yekê baş zane. Ji bo wê serî li teknolojiyê dide. Teknîkê li qadan bi cih dike û li ser vê zêde disekine. Cihê ku texmîn dike heval di wir de derbas bibin an jî di wir de biçin teknîka xwe li wir bi cih dikin an jî bi destê sîxurên bi çend qirûşan kirîne li hemberî gel bi kar tînin û dixe nava xiyanetê. Cihê ku heval tespît bikin, dixwazin bi awayî bi ser hevalan de bên. Dijmin şerekî nemerdane dimeşîne.

Dijmin di vê salê de aliyê ku herî zêde bi kar anî yek jê ev e. Hin operasyonên berfireh meşiyan. Biçûk an jî mezin hin herêm xistin nav xwe de û lêgerîn kirin. Yek rêbaza ku ev çend sal in dimeşînin û îsal jî meşandin, erazî girtin bû. Hema hema hemû eyaletên me yên Bakurê Kurdistanê cihên stratejîk û bandorê li ser gelê me çêbikin girtin. Vana jî li ser navê lêgerîna madenê û bi çekirina bendavan kirin. Bi rêbazên wisa hin cihên bilind girtine.

Aliyê din ku divê mirov baş fêm bike şerê taybet û psikolojîk e. Dijmin pir zêde serî li şerê taybet û psikolojîk dide. Ev rêbaz di serdema AKP û MHP’ê de hîn kûrtir tê meşandin. Polîtîkaya durûtiyê kûr dimeşînin. Her kes dizane ku ne raste lê disa jî bi durûtî dimeşîne. Di vî alî de bûne pispor. Ew ketine rewşek lawaz û bêçar mane, lê xwe wekî xurt nîşan didin. Di aliyê aborî de gelên Tirkiyeyê birçîne, zehmetiyê dikşînin, lê weke ku tiştek nîne cuda dide nîşan. Di aliyê leşkerî de jî artêşa wan pir zehmetiyê dikşîne. Her roj windahî dide, tevgav dibe û ji rêya xwe û kontrolê derketiye. Wekî komên çeteyan lê hatiye, dîsa jî dibêjin ‘Artêşa me ji her demê xurtir e, pergala me ya leşkerî xurt e’. Hewl didin xwe bi vî rengî xurt bidin nîşandan. Di aliyê teknolojiyê de jî pesnê xwe dide. Ya rast divê mirov berovajî gotinên wan fêm bike. Ya rast ev e.

Li hemberî van operasyonan çalakiyan bikin, derbê li dijmin bidin û xwe biparêzin

Çima em vana dibêjin. Ji ber ku em desthilatdariya dewleta tirk ji nêz ve dişopînin. Em aboriya wan jî dişopînin. Rewşa gelê me yê Bakurê Kurdistanê jî ji nêz ve dişopînin. Em teknolojiya artêşa tirk jî dişopînin. Ev tiştên ku em dibêjin ji ber xwe nabêjin. Dewleta tirk dema xwe ya herî lawaz dijî û li ber têkçûnê ye. Lê xwe wisa nîşan dide ku wekî ku bihêz in. Dibêjin em ê tune bikin û li dinyayê bi her kesî re şer bikin. Gefê li her kesî dixwe. Yanî xwe cuda nîşan dide. Di qada têkoşînê de rewş cuda ye. Lazim e gelê me, kadroyên me, hevrêyên me û her kes vê rastiyê baş bizanibe. Rewşa dewleta tirk niha li ber têkçûnê ye. Li hin cihan bi cih bûbe ev xurtbûna dewleta tirk nîşan nade. Berovajî vê divê mirov fêm bike. Xwe xistine binê erdê. Ewqas xof û tirs ketiye dilê wan. Divê em fêm bikin ku hêza li hemberî wan xurt bûye. Ev xurtbûna hêza li hemberî wan nîşan dide. Li Dersim, Amed, Mêrdîn, Botan, Serhedê ewqas operasyonan çêdike û her meh bîlançoya vê dide ne ji ber ku xurt e, ji ber tirs û xofa wan a ji hevrêyên wir e. Divê mirov vê rastiyê baş bizanibe. Jixwe partîk li ber çavan e. Di nava salê de hevalan li Bakurê Kurdistanê hin çalakî jî kirin. Bendewarî ew bû ku hîn zêdetir çalakî bihata kirin. Ji ber ku hêza hevalan pir xurt e. Ji fermandaran heta hevalekî her yek ji wan dikarin asta yekîneyekê tevbigerin. Hevalên Bakur di vê astê de ne. Jixwe heval wê rewşa xwe ya vê salê binirxînin. Heval dikarin li hemberî van operasyonan çalakiyan bikin, derbê li dijmin bidin û xwe biparêzin. Her çiqasî şehadetên me çêbûn jî bi giştî hevalan xwe parastin. Divê li hemberî şerê taybet û propagandayê mirov di aliyê bîrdozî de xwe xurttir bike. Jixwe heval ji şerê taybet bi bandor nabin û têgihîştî ne. Divê gelê me nekeve bin bandora şerê taybet. Bi kurtayî ev operasyonên bi armanca qirkirinê û tunekirina Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û deskeftiyên gelên me bê encam man. Ji xwe gerîla derbasî rewşa zivistanê dibe û di perwerdehiyê de ne. Operasyonên dijmin bê encam man.

Li Qadên Parastinê yên Medyayê di demsalên zivistanê de gerîla ev çend sal in di nava liv û tevgerê de ne. Bi rastî me ji bo gerîlayên Bakurê Kurdistanê ev yek nedabû pêşiya wan ku di demsala zivistanê de bi tevger bin. Zivistan pêvajoya perwerdehiyê ye. Heta niha hevalan xwe parast û xwe bi cih kirin ev serkeftineke. Em bawer in ku ji niha şûnde jî heval bi vê hesasiyetê nêz bibin û şiyar bin. Di aliyê ewlekariyê de bêhtir miqate bin. Heval xwedî tecrubeyên mezin in û bi salan e li Bakur in. Heval ji operasyonên dijmin agahdar in û li hemberî vê tevdîrên pêwîst girtine. Beriya her tiştî divê di vir de lawazî çênebin. Her hevalekî/ê di wargehekê de di asteke bilind de bi dîsîplîn tev bigere. Divê kêmaniyeke biçûk jî nede. Divê her hevalek di vî alî de xwe berpirsyar bibîne.

Dibe dijmin operasyonan bike, teknîkê bi kar bîne, bi rêya sîxuran cihê hevalan hîn bibe û heta kuçikan jî bi kar bîne. Divê hemû heval li hemberî vê hişyar bin. Jixwe ev berê jî hatine gotin û ez bawer im heval tevdîrên vê girtine, lê dîsa dixwazim careke din bînim bîra hevalan. Em ketine zivistanê. Heval li ku derê dibin bila bibin xwe û hevalên xwe biparêzin. Bendewariya Fermandariya Biryargeha me û tevgera me ji hevalan re ev e. Divê heval hestyar nêz nebin. Ewlekariya hevalan ji bo me di ser her tiştî re ye. Divê ev yek bê zanîn. Divê her eyalet li gorî rastiya wargehê, hejmara hevalan bi baldarî tevbigerin.

Em bingeha xwe ji pergala perwerdeya ku Rêber Apo daniye digirin

Mijareke din jî heval vê pêvajoya çawa binirxînin? Bi perwerdeyê binirxînin. Em wekî gelê kurd ji Rêber Apo fêrî xwe perwerdekirin û hevdu perwerdekirinê bûn. Lazim e akademîk û sîstematîk xwe perwerde bike û di xwe de guherîn û veguherînê çêbike. Heta niha ev nebûn. Ji ber vê serhildanên Kurdan ewqasî dirêj dewam nekirin û hilweşiyan. Çima PKK dirêj dewam kir? Ji ber ku di serî de Rêber Apo xwe perwerde kir, dawiyê havalê xwe perwerde kir. Bi vî awayî bi hezaran û milyonan gel bi me re ne. Em bingeha xwe ji pergala perwerdeya ku Rêber Apo daniye digirin. Nabe ku em demsala zivistanê ji rêzê bigirin dest û baş nenirxînin. Lazim e mirov vê baş binirxîne û xwe perwerde bike. Di serî de di aliyê bîrdozî û rêxistinî de xwe baş perwerde bike. Pîvanên me hemû Rêber Apo ye. Divê were zanîn ku bi rexne û xwerexnekirinê mirov biçûk nabe. PKK bi rexne û xwerexnekirinê mezin bû. Fermandar û hevalên PKK’ê çiqasî bi wêrekî nêzî vê bibin wê ewqasî encamên erênî bi dest bixin. Divê heval nebêje hejmara me kêm e. Mirov 2 kes, 5 kes yan jî zêtir be divê li ser birdoziya Apogerî nîqaşên xurt bikin û kêliyeke xwe jî vala derbas neke. Ev pir girîng e. Temînata serkeftinê di vir de derbas dibe. Pîvana me ya sereke Rêber Apo ye. Dema ku Rêber Apo dest pê kir ma çi hebû? Tu tiştek tune bû. Ne derfetek hebû ne jî hevalek hebû. Ji xwe bawer kir û ji hevalê xwe bawer kir û wisa herikandineke dîrokî derxist holê. Divê hevalên me li gorî derfetên xwe xwe li gorî sala pêş amade bikin. Derfetên me yên herî mezin şehîdên me ne. Em bawer in ku hevalên me li ku derê bin bila bibin wê perwerdeya xwe îxmal nekin. Wê xwe li gorî sala bê bi awayekî xurt amade bike. Bendewariya Fermandariya me, Rêber Apo ji hevalên Bakur ev e.

Dibe ku kêmanî çêbibin, lê divê em tu carî ji bîr nekin ku em hevalên hev in. Di PKK’ê de hevaltî di ser her tiştî re ye. Em kêmaniyên hev li ser vî esasî ji holê radikin û hevdu xurt dikin. Di vê hemû heval bi vî awayî nêzîk bibe. Em hevalên hev in. Rastiyeke me heye. Dijminê me hov e. Divê em xwe xurt bikin û karibin vî dijminî têk bibin. Armanca me ev e. Li ser vî esasî em ê xwe baş amade bikin. Dema bê xwestin divê hemû heval çalak bin. Bendewariyên me ji hevalan ev e.

Şehadeta van hevalan ji bo me giran hat

Bi taybet ji bo hevalên me yên Bakurê Kurdistanê weke fermandariya me em bi bêrîkirin, bi baldarî hevalan dişopînin û hevalan meraq dikin. Her kêliyeke hevalên me yên Bakur ji bo azadiya Kurdistanê pir bi nirx e. Ji bo wê me got hevalên me ji bo me gelekî girîng in. Her şehadeta ku çêdibe êrîşeke mezin bi me re çêdike. Divê hevalên me yên Bakur vê zanibin. Şehadetên me yên herî dawî li Kerboranê çêbûn. Ev bi van şehadetan pir diêşin. Hevalên Rodî û Herekol kedekî wan pir mezin hebû. Hevalê Rodî li gelek herêman ma. Yek ji kedkarên tevgera me yê herî mezin bû. Di asta herî pêşeng de beşdarî hemû xebatan bû. Şehadeta van hevalan ji bo me giran hat. Di vê demsalê de li wê herêmê bi wesayîtê gerîn, şaştiyeke pir mezin bû. Di navbera Kerboran û Midyadê de li hemberî dijmin şer dikin û heta kêliya dawî dinêrin ku rêyek din tune ye ji bo dîl nekevin destê dijmin bombeyên xwe bi xwe de diteqînin. Di şexsê herdu şehîdên me yên dawî de sekna gerîlayên Bakur çawa ye nîşanî dost û dijminan dan. Şehadeta van hevalan hişt ku em bêhtir têbikoşin. Divê êdî pêşiya van şehadetan bigirin.

Bi kurtasî divê heval zanibin ku hûn ne aîdî xwe ne. Hûn ne aîdî herêmekê, eyaletekê ne. Meraqa tevgera me li ser we û hûn aîdî bi milyonan e. Ji bo divê me re xwe biparêze û di kêliyê tê xwestin jî sekna fedayane nîşan bide. Wek Destanan, Rodî û Herekolan. Kêliya herî dawî hat jî divê mere lehengiya mezin nîşan bide. Mirov kêfxweşe ku xwedî hevalan wisa ne. Mirov kêfxweşe ku xwedî Rêber Apo ne. Li ser vî esasî em salvegera 46’emîn a Partiya me û salvegera sal nû ya mîladî 2024 li hemû hevalan pîroz dikin û serkeftinê dixwazin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar