Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Artêşa tirk ku nekarî bikeve Zinarê Kestayê çekên kîmyewî bi kar anîn

Artêşa tirk li dijî girê Zinarê Kestayê yê Heftanînê ku 46 rojan nekarî bikevê, çekên kîmyewî bi kar anîn.

Tirkiyeyê di 17’ê nîsanê de bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê êrîşeke berfireh da destpêkirin û ev êrîş hêja berdewam in. Artêşa tirk ku nekarî tişta dixwest li Zap, Metîna û Avaşînê bi dest bixe, tevî hemû hewldanan nikare bikeve Heftanînê jî. Bi sala ye li dijî Heftanînê ji bejahî û hewayî ve êrîşên dijwar pêk tîne. Lê belê di serî de Girê Konferansê, nekarî li gelek deveran bikeve tunelên şer.

Artêşa tirk tevî hemû êrîşên xwe yên bejahî û hewayî yên li dijî herêmê jî nikare herêmê kontrol bike. Li gel vê yekê, di navbera HPG’ê û artêşa tirk de gelek caran pevçûnên dijwar diqewimin. Hat zanîn ku pevçûnên dijwar li Zinarê Kestayê diqewimin ku di navbera Heftanîn û Metînayê de ye. Lê belê tevî êrîşên 46 rojan jî artêşa tirk nekarî bikeve tunelên şer. Hat zanîn ku artêşa tirk li vir nêzî hefteyekê çekên kîmyewî bi kar anîn lê nekarî bikeve vî girî.

Li qada Xontur a Heftanînê ku rastî êrîşên dijwar ên hewayî tê, pevçûnên dijwar diqewimin. Artêşa tirk tevî bi kar anîna çekên kîmyewî jî nekarî pêş bikeve û li Girê Konferansê jî xitimî ye. Ji ber pevçûnên dijwar, artêşa tirk sê noqteyên leşkerî yên li Girê Konferansê vala kirin.

Li herêma ku gelek caran pevçûnên dijwar lê diqewimin, hejmara leşkerên tên kuştin jî zêde dibe. Herî dawî Wezareta Parastinê da zanîn ku li Heftanînê 5 leşker hatine kuştin. Lê belê hat ragihandin ku di pevçûnên li vê herêmê de 20 leşker hatine kuştin. Artêşa tirk ku di pevçûnan de xwe paşve dikişîne, li qereqolên ser sînor herêma navborî topbaran dike.

Hat zanîn ku 5 roj berê li Heftanînê di encama êrîşeke moşekî de 3 leşker hatine kuştin lê ev windahî hatine veşartin. Li hêla din hat gotin ku di pevçûnan de gelek leşker birîndar bûne lê helîkopter nikarin dadin van herêman. Gelek leşkerên birîndar bi helîkopterên Hêzên Taybet ên li Silopiyayê ji herêmê tên veguhestin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar