Hat zanîn ku hêzên artêşa tirk a dagirker li baregeheke leşkerî ya leşkerên Amerîkayê ya li Girê Spî xist
Artêşa tirk a dagirker êrîşên xwe yên li dijî rojavayê Kurdistanê didomîne. Artêşa tirk ku gelemperî qadên sivîlan bombebaran dike, heta niha zêdetirî 5 sivîl di bombebaran û topbaranê de qetil kirin û bi dehan sivîl jî birîndar kirin.
Li gorî agahiyên ji herêmê, artêşa tirk a dagirker li Girê Spî di heman demê de li baregeheke çavdêriyê ya DYA’yê xist. Têkildarî encamên êrîşê agahiyên zelal nehatin bidestxistin. GIRÊ SPÎ