Hat ragihandin ku artêşa tirk û çeteyên girêdayî wî li navçeya Cindêrêsê ya Efrînê baregeheke nû ava kirine û li giren dîrokî xendekan dikolin
Li gorî nûçeya ajansa ANHA’yê çavkaniyên herêmî ragihandine ku artêşa tirk û çeteyên wê beriya çend rojan li navçeya Cindirêsê ya Efrînê dest bi avakirina baregehên leşkeri kirine.
Ev kiryarên Tirkiyeyê ji bo sepandina dagirkeriya ku ji Adara 2018’an ve dest pê kiriye, pêk tên.
Baregeh li ser rêya di navbera Cindirês û gundê Til Silorê li hember benzînxaneya gund de ye. Her wiha li derdorê dîwareke bi bilindahiya 3 metre hatiye kirin.
Ev ne baregeha dewleta tirk a yekemin e li kantona dagirkirî ye. Tirkiyeyê gelek baregeh li rex lêkirina dîwarê parçekirina Efrînê ji Sûriyeyê jî ava kirin.
Ji aliyekî din ve jî artêşa dagirkeriya tirk li girê şûnwarî yê li navçeya Cindirêsê kola û li şûnwarên digere. EFRÎN