PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Artêşa tirk li Eyn Îsayê malbatek hedef girt

Hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Eyn Îsayê malbateke ji 6 encaman pêk dihat hedef girt. Di encama êrîşê de endamên malbatê birîndar bûn. Her wiha komên çeteyan li Serêkaniyê jî êrîşî gundan kir

Hêzên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê êrîşên xwe yên li dijî rojavayê Kurdistanê didomînin. Hêzên dagirker ku her tim qadên sivîlan hedef digirin vê carê jî malbateke li gundê Rêcman ê li bakurê Eyn Îsayê hedef girt.

Li gorî agahiyên ji herêmê,  artêşa tirk û çeteyên wê êrîşî gundê Rêcmanê kir û malbateke ji 6 encaman pêk dihat bû hedefa hêzên dagirker. Di encama êrîşê de endamên malbatê birîndar bûn. Welatiyên birîndar rakirin Nexweşxaneya Omer Alûş a Eyn Îsayê.

Navên endamên malbatê wiha ne: “Hevjîn Senaa Mihemed Alî û Ehmed Mihemed Alî û zarokên wan Mihemed, Mehmûd, Cudî û Mistefa.” Temenê zarokan di navbera 4 heta 10 salî de ne.

Li Serêkaniyê şerê giran

Di heman demê de hêzên dagirker û komên wê yên çete yên El Nusra û DAIŞ’ê bi hemû cureyên çekan û bi koordîneya balafirên keşfê,  êrîşî gundên Til Diyap, Mişrafa, Esediyê û Bir Nuh ên Serêkaniyê kirin. Li ser vê yekê jî şervanên HSD’ê bersivên tund dan çeteyan û gundên navborî şerekê giran diqewime.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar