Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

‘Artêşa tirk li her cihî li bin guhê berxwedana gerîla dikeve’

Li gel êrîşên dewleta tirk ên li ser Heftanînê, berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê ya li dijî êrîşan dewam dike. Gerîla Ferman Memyan û Hemze Oxir li ser berxwedana Heftanînê axivîn.

Gerîla Ferman Memyan diyar kir ku li Heftanînê li dijî dewleta tirk berxwedaneke mezin heye û wiha got: “Propagandayên ku dijmin heta niha kiriye, dûrî ji rastiyê ye. Li Heftanînê tiştek bi ser nexistine, berevajî; gelek windahî dane. Li her devera ku dixwazin bi pêş ve biçin li bin guhê berxwedana dîrokî ya gerîla dikevin. Bila her kes zanibe, gerîla heta niha dest ji tu cihî bernedaye û wê bernede. Ketina nava Heftanînê wê welê ne hêsan be. Ev devera mîna bihuştê ya Kurdistanê dê ji bo wan bibe dojeh.”

Gerîla Memyan da xuyakirin ku leşkerên tirk tengav bûne û têkildarî rewşa psîkolojîk a leşkeran jî ev tişt anî ziman: “Dewleta tirk li gel teknîka xwe jî li pêşberî rê û rêbazên gerîla nikare encamê werbigire. Leşkerên li herêmê hatine bicihkirin nikarin bi rehetî tevbigerin, hemû bûne hedefa gerîla. Rast e li hin cihan bi cih bûne, lê belê gerîla li wan deveran venekişiya ye. Gerîla li herêmê timî li dijî leşkeran çalakiyan dikin. Ev yek dibe tirsek û dikeve dilê leşkeran. Li gorî agahiyên ku gihîştine me, leşkerên li Heftanînê ne ji bo vegerê pêşniyar kirine.”

Li her devera Kurdistanê dê têk biçin

Hemze Oxir jî di axaftina xwe de wiha bang li tevahiya gelê Kurdistanê bi taybetî gelê Başûr kir: “Bi taybetî gelê me yê li Başûr divê nerazîbûneke xurtir li dijî êrîşên dagirkeriyê nîşan bide. Çawa ku gerîla li çiyê şer dike, gel jî ji bo piştgiriya gerîla divê li bajaran, li deştê çalakiyan bike û heta dagirkerî biqede li ber xwe bide. Ji ber ku dem dema şerê gel ê şoreşgerî ye. Gelê me bi karakterê dewleta tirk baş zane. Dewleta tirk bi salane dijminatiyê li kurdan dike. Li çar parçeyên Kurdistanê êrîşê dibe ser kurdan. Ji ber vê yekê divê her kes bibîne ku dewleta tirk ne tenê li dijî PKK’ê ye. Ji bo me gerîlayên HPG’ê, berjewendiyên gelê me di ser her tiştî re ye. Em ê dawî li dagirkeriya dewleta rirk a li tevahiya Kurdistanê bînin, ne tenê ya li Heftanînê.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar