PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Artêşa tirk li Hêtûtê jî 2 sivîl qetil kirin

Artêşa tirk ku di 23’yê çileyê de Geliyê Reşave yê Dêralokê bombebaran kiribû, derket holê ku 6 roj berê jî li gundê Hetûtê sivîl bombebaran kirine. Çavkaniyan got ku du sivîlên rastî êrîşê hatin, winda ne

Balafirên şer ên dewleta tirk di 23’yê çileyê de sivîlên li Geliyê Reşave yê bajaroka Dêrelokê ya girêdayî navçeya Amêdiyê ya Duhokê bombebaran kir. Di bombebaranê de ji sivîlên ku li herêmê masî digirtin, 2 jê hatin qetilkirin û 4 jî winda bûn.

Hêzên artêşa tirk di 23’yê çileyê de bi balafiran êrîşî sivîlên li Geliyê Reşave yê bajaroka Dêralok a Amediyê ya Duhokê masî digirtin, kir. Di encama êrîşê de welatiyên bi navên Azad Şahîn û Wehîd Baqî hatin qetilkirin û Rêdar Mihemed Tahir, Azad Mecîd, Mihemed Elî Zêbarî û Mîrzan Nêrweyî jî winda bûbûn. Ji welatiyên windabûyî, Mihemed Elî Zêbarî û Mîrzan Nêrweyî ku ji bo parastina ji êrîşê xwe de şikeftê de veşartibûn, şevê din vegeriyan malên xwe. Aqûbeta 2 welatiyên din hîn nayê zanîn.

Li Hetûtê sivîl hedef girtin

Derket holê ku beriya êrîşa li Dêralokê, artêşa tirk li gundê Hetûtê jî sivîl hedef girtine. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê, welatiyên bi navê Ziyad Hecî Zêro û Bextiyar Hesen di 19’ê çileyê de ji bo ku li zeviyên xwe binihêrin, ji bajaroka Hetûtê derketin û çûn gundê xwe yê Hetûtê (navê gund jî Hetût e) yê li quntara çiyayê Sîtasê. Şêniyên Hetûtê car bi car ji bo ku li bax û baxçeyên xwe biçînin, diçin gund.

Şikefta Mêrgê hilweşandin

Şêniyên herêmê da zanîn ku her du welatî rastî bombebarana artêşa tirk hatine. Şêniyên herêmê destnîşan kir ku di dema bombebarana balafirên şer ên dewleta tirk de herdu welatî jî li derdora gund bûn û ew herêm jî hatiye bombebarankirin. Welatiyan diyar kir ku şikefta Mêrgê ya li gundê Hetûtê jî ji hêla artêşa tirk ve hatiye bombebarankirin. Komên ku ji bo lêgerînê çûn ber şikefta Mêrgê da zanîn ku ji ber ku di encama bombebaranê de temamiya şikeftê hilweşiyaye, rastî tu şopekî nehatin. Lêgerîna li herêmê didome.

Bajaroka Hetûtê dikeve navbera Dêralok û Şêladizê û bi ser navçeya Amediyê ve ye. DUHOK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar