Artêşa tirk li 10 gundên Licê êrîşeke berfireh da destpêkirin. Hat zanîn ku artêşa tirk li van gundan bi ser malên welatiyan de digire û di malan de lêgerînan dike
Êrîşên artêşa tirk ên li bakur û başûrê Kurdistanê yên li dijî gelê kurd berdewamin. Hat zanîn ku hêzên artêşa tirk duh li gundên Sîsê, Dêrxûst, Nenyas, Licok, Cinezûr, Gir, Mişirf, Huseynîg, Pîrik û Kerwesê yên ku dikevin başûrê Lice ya Amedê, êrîşeke berfireh da destpêkirin.
Li gorî agahiyan, yekîneyên taybet ên artêşa tirk li qada êrîşê bi ser malan de digirin û li malan lêgerînê dikin.
Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku artêşa tirk hemû rêyên ku diçin van gundên ku artêşa tirk êrîşa xwe lê didomîne, girtine û noqteyên kontrolê ava kirine. AMED