Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Artêşa tirk li Şêladizê 2 welatî bi balafiran qetil kir

Êrîşên dewleta tirk ên li dijî başûrê Kurdistanê bênavber didomin. Dewleta tirk li hêlekê qadên gerîla û li hêla din jî qadên sivîlan hedef digire.

Di çarçoveya van êrîşan de, balafirên şer ên dewleta tirk îro saet di 10:00’an de nêzî çiyayê Kurêjehro ya navçeya Şêladizê ya Duhokê bombebaran kir. Hat zanîn ku di encama bombebaranê de bavek tevî kurê xwe hate qetilkirin.

Navên welatiyên hatine qetilkirin wiha ne: “Bav Celal Nûredîn Mihyedîn û kurê wî Ehmed Celal ên ji niştecihên Dêrelokê ne.”

Daxuyaniya HPG’ê

Di heman demê de Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê jî da zanîn ku dewleta tirk di 25’ê gulanê de li herêma Xakurkê qada Şêxzade bombebaran kiriye. HPG’ê diyar kir ku balafiran di 28’ê gulanê de jî qada gundê Rûsê ya Heftanînê, di 29’ê gulanê de jî li dijî qada gundê Girê ya Garê û girê Şehîd Aslan bombebaran kiriye. HPG’ê destnîşan kir ku di êrîşên hewayî de 4 gerîla şehîd bûne û dê piştre nasnameyên wan aşkera bikin. BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar