Hêzên artêşa tirk û çeteyên wê gundên Birc Qas û Kalotepe yên Şêrawayê topbaran dikin. Topbarana li ser herêmê didome
Êrîşên hêzên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê yên li ser Efrînê berdewam in. Hêzên dagirker bi taybet jî di demên dawî de êrîşên xwe yên li ser qadên sivîlan zêdetir kirin.
Hat zanîn ku hêzên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê yên li gundê Beradê hatine bicihkirin, gundên Birc Qas û Kalotepe yên navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran dikin.
Çavkaniyên ji herêmê ragihand ku di encama topbaranê de bi dehan top li derdora gundên navborî ketine. Topbarana li ser gundên Şêrawayê berdewam e. EFRÎN