Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Artêşa tirk li Serêkaniyê çekên qedexekirî bi kar tîne!

Li Serêkaniyê di navbera şervanên HSD’ê û hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê de şerekî giran heye. Hat zanîn ku dewleta tirk bi hemû hêza xwe û bi çekên qedexekirî êrîşî bajar dike

Di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê de li Serêkaniyê, Girê Spî û Kobanê şerekî dijwar heye. Dewleta tirk bi taybet jî ji bo dagirkirina Serêkaniyê hemû hêza xwe bikartîne. Lê tevî vê yekê jî nikare bikeve bajar.

Li gorî agahiyên ji Serêkaniyê, artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de bi awayeke dijwar û çekên giran êrîşî bajarê Serêkaniyê dike. Hat zanîn ku hêzên dagirker di êrîşên xwe de balafirên şer, tank, obus, fuzeyên katyûşayê û çekên qedexekirî yên fosforê bikartîne.

Çavkaniyên li Serêkaniyê ragihandin ku şerê li derdora bajar derbasî hundir bûye. Hat zanîn ku di pevçûnan de gelek çete û leşkerên dewleta tirk hatine kuştin. Di heman demê de şehîd û birîndarên HSD’ê û yên sivîlan jî hene. Çavkaniyan destnîşan kir ku artêşa tirk a dagirker rêya ku ketine bajar girtine û nahêlin ku bijîşk xwe bigihînin nexweşxaneyan. Erebeyên ambulansê jî dibin hedefa balafirên şer.

Li Kobanê panzêrek û 2 erebeyên doçkabarkirî hatin rûxandin

Di heman demê de şervanên HSD’ê li eniya di navbera navçeyê Çelebî û gundê Ebû Sirayê yênli başûrê rojhilatê Kobanê çalakî pêk anîn. Hat zanîn ku di çalakiya şervanan de panzêrek û du erebeyên doçkabarkirî hatin rûxandin. KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar