Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Artêşa tirk li Til Temirê qadên sivîlan hedef digire

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê li gund û mezrayên Til Temirê yên ku şêniyên wê gelemperî jê suryanin, bi darê zorê gel koçber dike. Her wiha gelek gundên suryanan jî tên topbarankirin û jiyana gel di xetereyê de ye

Êrîşên hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên El Nusra, DAIŞ û OSO’yê erîşên xwe yên li dijî gundên suryanan ên li Til Temirê bênavber didomin. Li hemberî van êrîşên qirkirinê, şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryanan jî bersivên tund didin.

Li gorî agahiyên ji herêmê, li gundên Qasimiye, Rihaniye û Reşidiye yên Til Temirê duh bi şev di navbera şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryanan û hêzên dagirker de şerekî giran rû da. Hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryan di van gundan de bersivên tund dide hêzên dagirker. Hat zanîn ku şer heta derengiya şevê dom kir û derbên giran li çeteyan hatin xistin. Di şer de gelek çete hatin kuştin û birîndarkirin lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Şêniyên gund koçber kirin

Çavkaniyan da zanîn ku hêzên dagirker di êrîşên xwe de tank, panzêr, doçka, balafiren keşfe, topên obus û hawanan û hejmareke zêda ya çete û leşkeran bi kar anî. Di encama pevçûnan de 4 şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryan şehîd bûn. Hat zanîn ku çete di derengiya şevê de ketin mezreyên Rimone, Danyal Gego, Yelda û Tûma, Hebîb Qerezîan û gundên Qasimiye, Rihaniye û Reşidiyê. Çeteyan şêniyên van gundan koçber kirin.

Jiyana gel di metirsiyê de ye

Li gorî agahiyan, hêzên dagirker niha jî êrîşî gundê Ezîziyê, Dawûdiyê û şûnwarên li Til Temirê dikin. Jiyana şêniyên van herêmên navborî di metirsiyê de ye. Her wiha hêzên dagirker bi obus û hawanan derdora gundê Til Tewîl ê Til Temirê topbaran dikin. Til Tewîl gundekî asurane û derdora hezar malbatên asur-suryan û misilman lê dijîn. TIL TEMIR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar