Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Til Werdê yê Zirganê sivîl hedef girtin. Di encama êrîşê de dayikek hate qetilkirin û 5 welatî jî birîndar bûn
Hêzên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê dema ku welatiyên sivîl ên ji herêmê xwestin ji gundê Til Werdê yê Zirgan a Serêkaniyê derkevin, bi çekên giran hedef girtin. Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku di encama êrîşê de dayikek hate qetilkirin û 5 welatî jî birîndar bûn.
Hat zanîn ku topbarana li ser gund dewam dike û sivîl nikarin derkevin. Metirsiyek li ser jiyana sivîlan heye ku bi komkujiyan re rû bi rû ne. SERÊKANIYÊ