Dewleta tirk a dagirker li Qamişlo welatiyên ku tev li merasîma cenazeyan bûn hedef girtin. Her wiha di êrîşa li dijî taxa Qudurbek a Qamişloyê de jî zarokek hate qetilkirin û zarokek jî birîndar bû
Hêzên artêşa tirk a dagirker parqeka zarokan a li taxa Qudûrbeg a Qamişloyê bombebaran kir. Di encama topbaranê de zarokê bi navê Mûhammed Yûsûf Huseyîn şehîd bû û zaroka bi navê Sara Yûsûf Huseyîn jî birîndar bû. Di heman demê de hat ragihandin ku di encama êrîşa hêzên dagirker de bi dehan topên hewanê li Hîzam a nêzî sînor ketine. Der barê ziyanan de agahî nehatin bidestxistin.
Li gorî agahiyên ji Qamişlo, dewleta tirk a dagirker welatiyên ku tev li merasîma cenazeyê bûn hedef girtin. Qada merasîma cenazeyê hate topbarankirin. Têkildarî encamên topbaranê agahiyên zelal nehatin bidestxistin. QAMIŞLO