Balafirên şer ên artêşa tirk a dagirker Nexweşxaneya Serêkaniyê û derdora wê û bajarokê Zirganê ya girêdayî Serêkaniyê bombebaran dike
Tevî ‘agirbest’ a ku bi navbeynkariya DYA’yê di navbera HSD’ê û dewleta tirk de jî, dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe yên li dijî rojavayê Kurdistanê didomîne. Artêşa tirk ku bênavber komên çete û çekên giran sewqî Serêkaniyê dike, îro di hêla bejahî de êrîşî Nexweşxaneya Serêkaniyê kir û di hêla hewayî de jî navenda navçeyê bombebaran kir.
Li gorî agahiyên ji herêmê, hêzên artêşa tirk a dagirker bi balafirên şer bajarokê Zirganê ya Serêkaniyê bombebaran kir. Her wiha çavkaniyên ji Serêkaniyê da zanîn ku dewleta tirk di van kêliyan de Nexweşxaneya Serêkaniyê û derdora wê bombebaran dike.
Encama bombebaranê nehat zanîn. SERÊKANIYÊ