Di encama bombebarana artêşa tirk a dagirker ya li dijî gundê Mişrefa yê Serêkaniyê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û 2 şêniyên gund jî birîndar bûn
Hêzên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê îro li dijî gelê bakur û rojhilatê Sûriyeyê êrîşa qirkirinê da destpêkirin. Di vê çarçoveyê gundên li ser sînor ên Serêkaniyê, Girê Spî, Dêrik, Dirbêsiyê û Tirbespiyeyê ku tê de sivîl hene topbaran û bombebaran kirin.
Li gorî agahiyên ji herêmê, di encama bombebarana artêşa tirk a li ser gundê Mişrefa yê Serêkaniyê de welatiyekê sivîl jiyana xwe ji dest da û 2 sivîl jî birîndar bûn. SERÊKANIYÊ