Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyeyê piştrast kir ku çeteyên ‘El-Emniyat’ ên girêdayî artêşa tirk a dagirker bi hevkariya çeteyên polîsên leşkerî yên li Efrînê 6 bira û zarokên wan ên ji gundên Şêx Kêlê yê girêdayî navçeya Mataba revandin û sedema vê yekê ne diyar e.
Rêxistinê navên kesên hatine revandin, aşkera kir ku ew jî ev in; Îsam Mihyedîn Şêx Kêlo û dayika wî Letîfa ya 55 salî, Nûrî Mihyedîn Şêx Kêlo û dayika wî Letîfa ya 57 salî, Farûq Mihyedîn Şêx Kêlo û dayika wî ya 44 salî, Mihyedîn Çîçek Şêx Kêlo yê 35 salî, Miqdad Çîçek Şêx Kêlo (33) û Şekîb Nûrî Şêx Kêlo(23).
Her wiha rêxistinê da zanîn ku welatiyê bi navê Îsam Şêx Kêlo yekser serbest hate berdan û yên din birin navendên El-Emniyat ên li Efrînê yên li Çerxerêya Kawa û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.
Çeteyên polîsên sivîl ên girêdayî artêşa tirk duh welatiyên bi navên Reşîd Bîlal (56) ê kurê Menan û Fatma, Kawa Hido (43) ê kurê Seîd û Zelûx yên ji gundê Şekato yê navçeya Şiyê revandin. ŞEHBA