Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Artêşa tirk û çeteyên wê darên gundên Zaxoyê jê dikin û difiroşin

Artêşa tirk a dagirker li gel êrîşên leşkerî yên dijî başûrê Kurdistanê, daristanên gundên Zaxoyê ji kokê ve hil dike, derbasê Tirkiyeyê dike û difiroşe

Artêşa tirk a dagirker heman qirkirina li dijî jîngeha Efrînê pêk tîne, li başûrê Kurdistanê jî xistiye meriyetê.

Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê ku agahî ji çavkaniyên herêmî girtiye, artêşa tirk a dagirker hinek herêm û gundên ku ketiyê di bin navê çêkirina rêyên leşkerî de hemû daristanên herêmê wêran dike, darên gundan ji kokê ve jê dike.

Çavkaniyek ji herêmê ragihand ji destpêka havînê ve di bin navê birina rê ji bo herêmên asê yên çiya dest bi jê kirin û hilkirina daran kirine û diyar kir ku artêşa tirk hilkirin û wêrankirina daristanên Zaxoyê  bi destê  çeteyê bi navê  Cafer Benek ê li herêmê weke kontra dixebite, pêk tîne.

Li gorî agahiyan artêşa tirk rê birine gundê Keşanê û derdora wê. Rêyek din jî li aliyê Geliyê Pisaxa çêdikin, heya gundê Bilehê, ji wir Kaniya Gûzê zomên Bişar Axa, ji jor de jî anîne gundê Elaniş, Siyara Gewrik,beramber gundê Şeranişa Xirîstiyanan û ji wir jî birine Xantûrê. Her cihê ku rê çêdikin, dibin navê rê çêkirinê de çi bi dozeran dibe, çi jî bi motora daran dibe, hemû daristanên herêmê jê dikin, an jî ji kokê de hil dikin.

Çavkaniyên herêmî dan zanîn ku darên hil dikin derbasê Tirkiyeyê dikin û difiroşin.

Hinek rojnameyên ereb jî heman mijara wêrankirina jîngeha gundên Zaxoyê ji aliyê dewleta tirk ve li ser zimanê şêniyên van gundan xistine rojeva xwe.

Hêjayî bibîrxistinêye tiştên ku niha dewleta tirk li Heftanînê dike, beriya wê li Efrînê jî pêkaniye û hîn jî pêk tîne. Li gel dagirkeriya leşkerî, jîngeha herêmê jî bi zanabûn qir dikin. Hem darên zeytûnan ji kokê de jê dikin, hem jî zeyt û zeytûnên ji Efrînê kom dikin, derbasê bazara cîhanî dikin û difiroşin. ZAXO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar