Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê serê sibehê saet di 04.30’an de êrîşî navçeya Zirganê ya bakurê Til Temirê û rojhilatê Serêkaniyê ya Kantona Hesekê kir.
Artêşa tirk û çeteyên wê bi çekên giran êrîşî navçeyê kir, şervanên Meclisa Leşkerî ya Zirganê bersiva êrîşan da. Şervanên meclisê êrîşên çeteyan têk birin û çete neçar man ji herêmê birevin.
Di encama êrîşên çeteyên artêşa tirk de sivîlek birîndar bû. HESEKÊ