Hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê careke din gundên navçeya Şera ya Kantona Efrînê bi moşek û topan topbaran dikin
Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ji danê êvarê ve gundên navçeya Şerayê bi top û moşekan topbaran dikin. Her wiha gundên Malîkiye, Merenaz, Şewarxe û Kelaha Şewarxayê jî tên topbarankirin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê, topbarana li ser van herêman hê jî didome. Têkildarî encamên topbaranê agahiyên zelal nehatin bidestxistin. EFRÎN