Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Artêşa tirk û çeteyên wê li Efrînê 10 sivîl revandin

Dewleta tirk û çeteyên wê li Mabata, Şera û Cindirêsê bi ser gelek malan de girt û gelek welatiyên kurd revandin. Hat zanîn ku di nava 3 rojên dawî de herî kêm 10 kes hatine revandin û aqûbeta van kesan nayê zanîn

Zilm û zordariya hêzên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê ya li Efrînê berdewam dike. Hêzên dagirker ku li Efrînê bi ser malên welatiyan de digirin, sivîlan direvînin.

Li gorî agahiyên ji herêmê, komên çete yên girêdayî dewleta tirk duh û pêr li navçeyên Şera, Mabeta û Cindirêsê yên Efrînê bi ser gelek malên welatiyên kurd de girt û 10 sivîl revandin. Di vê çarçoveyê de hêzên dagirker di 11’ê tîrmehê de li gundê Mamila yê navçeya Mabeta ya Efrînê de bi ser malên kurdan de girt û welatiyên bi navên; ‘Cemîl Rifat Cafer, Xelîl Simahîl Hakîm û Zehnî Îbrahim Zehinî’ revandin.

Her wiha koma çete ya Cebhet El Şamî ku girêdayî artêşa tirke, di 11’ê tîrmehê de li gundê Mîrkan ê Mabetayê bi ser malên kurdan de girt û welatiyên bi navên Mistefa Hisên Yasîn û Tahîr Abdu Nasan revandin.

Di 12’ê tîrmehê de jî koma çete ya bi navê Şirta Asker li gundê Remadiyê yê Cindirêsê welatiyên bi navên Kemal Salha Reşîd û Nûrî Reşîd revandin.

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê duh li gundê Dîkmetaş ê navçeya Şera ya Efrînê jî bi ser malên kurdan de girt û welatiyên bi navên Hanîf Fehmî Arif, Ciwan Welîd Horo û Mistefa Îbrahim Îbrahim revandin. EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar