Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

Artêşa tirk û çeteyên wê li Efrînê 11 sivîl revandin

Binpêkirinên dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê yên li dijî gelê Efrînê bênavber berdewam in. Hêzên dagirker ên ku rojane welatiyan direvînin, digirin, îşkence dikin û dikujin, niha jî gelek welatiyên din ên sivîl revandin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên navçeya Mabata ya Efrînê, komên çete yên bi navê Cebhet El Şamiyeyê duh 8 şênî ji gundê Recayê revandin. Navên kesên ji gund hatine revandin wiha ne: “Elî Hemo, Husên Şêxo, Ezîz Şêxo, Betal Mihemed Şêxo, Heysem Remzî Hecî Hemo, Henîf Arif Şerê, Mihemed Birîm û Henîf Henan.”

Ji malbatan fîdye xwestin

Çavkaniyan da zanîn ku komên çete ji bo berdana sivîlan ji malbatên wan fîdye xwestine. Hat zanîn ku piştî dayîna fîdyeyê jî welatiyên bi navên Henîf Henan û Mihemed Birîm hatine berdan lê belê aqûbeta welatiyên din nayê zanîn.

Aqûbeta welatiyan nayê zanîn

Çavkaniyên ji gundê Meimila yê Mabatayê jî ragihandin ku koma çete ya Sûltan Mihemed Fatih jî gelek şênî revandine. Li gorî çavkaniyan navên çend kesên hatine revandin wiha ne: “Lawend Umer Simo (20), Mihemed Menan Birîm (32) û Ciwan Şukrî Umer (20).” Çarenûsa van welatiyan jî nayê zanîn.

Sûcên şer ên ku dewleta tirk û çeteyên wê li Efrîn û herêmên din ên dagirkirî dikin bênavber didomin. EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar