Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

Artêşa tirk û çeteyên wê li Efrînê 33 sivîl revandin

Artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê li navenda Efrînê 2, ji dungê Cobana yê Racoyê 1 û li gundê Gurzêlê yê Efrînê jî 30 welatiyên sivîl revandin. Aqûbeta sivîlan nayê zanîn

Binpêkirinên hêzên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê yên li Efrînê berdewam in. Hêzên dagirker rojane welatiyên Efrînê direvînin, îşkence dikin, dikujin û li hêla din jî talan û wêraniya xwe berdewam dikin. Komên çete niha jî li Efrînê 33 sivîl revandin.

Li gorî agahiyên ji Efrînê, komên çete yên girêdayî dewleta tirk di 25’ê îlonê de welatiyê bi navê Abdulhemîd Silêman û hevjîna wî Xalîde Silêman ên li navenda Efrînê rûdiniştin, revandin. Heman komên çete di 30’ê îlonê de jî welatiyê bi navê Mihemed Ehmed Mamo yê ji gundê Cobana yê Raco ya Efrînê revandin.

Çeteyan bi ser gundê Gurzêlê de girt

Çavkaniyeke din ê ji Efrînê ragihand ku çeteyên ku xwe weke ‘polîs’ nîşan didin ên girêdayî dewleta tirk du roj berê bi ser malên şêniyên gundê Gurzêlê yê girêdayî navenda Efrînê de girtin û 30 welatî revandin.

Navên çend kesên hatine revandin

Navên çend welatiyên ku hatine revandin wiha ne: “Cîhad Sibhî Nasir (45), Rêzan Hesen Nasir (35), Ehmed Wehîd Ebdo (80), Osman Hemo, Rêzan Hemo (35), Mihemed Yûsif Hemkiro (37), Yehya Hemkiro (55), Zekeriya Yehya (25), Bekir Henan Ewaş (65), Nûrî Şikrî Ewaş (60) û Ferhad Şêx Ebdo.”

Di navbera çeteyan de şer

Li hêla din şerê di navbera komên çete de jî didome. Hat zanîn ku li navçeya Cindirêsê û li navenda Efrînê ji duh ve tevlihevî heye. Di navbera komên çete yên girêdayî artêşa tirk de dem bi dem şer derdikeve. Encama şer û pevçûnan nehat zanîn. EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar