Artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê ji şevê din heta ber serê sibehê gundên kantonên Şehba û Efrînê topbaran kirin. Dîmen û wêneyên topbaranê ji hêla welatiyan ve hatin kişandin
Hêzên dagirker ên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê, şevê din gundên kantona Şehbayê û navçeya Şera ya kantona Efrînê topbaran kir. Topbaran heta saetên serê sibehê jî berdewam kir.
Di topbaranê de artêşa tirk û çeteyên wê gundên Til Medîq, Bêloniyê, bajarokê Şêx Îsa, Um El Hoş û Semûqe yên kantona Şehbayê û her wiha gundên Şewarxe û Malikiyê yên navçeya Şerayê hedef girtin.
Di encama topbaranê de zirarên madî gihîştin mal û milkên sivîlan. Dîmen û wêneyên topbarana hêzên dagirker ji hêla welatiyan ve hatin kişandin. ŞEHBA