Artêşa tirk operasyona ku beriya çend rojan li Çiyayê Cûdî da destpêkirin bi dawî kir û paşve vekişiya. Li gel ku operasyon bi dawî bûye jî yekîneyên veşartî li herêma operasyonê hatine bicihkirin
Artêşa tirk ku di 9’ê nîsanê de li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê bi beşdarbûna bi hezaran leşker û cerdevanan operasyonek berfireh dabû destpêkirin, paşve vekişiya. Li gorî nûçeyek ku di ANF’ê hatiye weşandin artêşa tirk li gel ku operasyonê bi dawî kiriye û paşve vekişiyaye jî li yekîneyên xwe yên veşartî herêma operasyonê hiştiye. Li gorî nûçeyê herêma ku yekîneyên veşartî lêhatine bicihkirin herêma Girê Çolyayê ye. ŞIRNEX