Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Artêşa tirka dagirker teqemeniyên qedexekirî bi kar anî

Kêliyên ku artêşa tirk a dagirker teqemeniyên qedexe li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi kar anî, careke din hatin belgekirin.

Artêşa tirk a dagirker ku di şerê li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê de derbên mirinê dixwe, serî bikaranîna qetemeniyên qedexekirî û çekên kîmyewî dide. Artêşa dagirker teqemenî û çekên kîmyewî yên li gorî peymanên navneteweyî hatine qedexekirin û bikaranîna wan sûcê şer tê dîtin li dijî tunelên şer ên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi kar tîne.

Di dîmenên meha Gulana 2024’an de kêliyên ku artêşa tirk a dagirker li herêma Şehîd Delîl a rojavayê Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê sûcê şer dike, careke din hatin belgekirin. Ji ber tundiya teqîna teqemeniyên qedexekirî ewrê tozê û kevir bi sedan metreyan li hawîrdorê belav dibe û ber bi asîmanan ve bilind dibe. Tevî ku êrîşên dewleta tirk ên li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên bi teqemeniyên qedexe û çekên kîmyewî gelek caran hatine belgekirin jî, saziyên navneteweyî ji nedîtî ve tên.

Dîmen û belgeyên teqemeniyên qedexekirî yên artêşa tirk a dagirker di salên 2021, 2022 û 2023’yan de gelek caran di ajansa me ANF’ê de hatin weşandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar