Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Artêşbûna jinan gihiştiye asteke nû

Ji Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan destnîşan kir ku gerîlayên jin ji her demê bêhtir çalakiyan dikin û got ku ev yek ji bo artêşbûna jinan asteke nû ye, ji aliyê dîroka jinan ve rewşeke nû ye

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan beşdarî ‘Bernameya Taybet’ a li Medya Haber TV bû û bersiv da pirsên rojnameger Zeynep Nergîz.

Erzîcan têkildarî polîtîkayên îşkenceyê ku li ser bingehê komploya navneteweyî li ser Rêber Apo hatiye danîn wiha axivî: “Li ser Rêbertiya me pergaleke îşkenceyê heye ku ne sînorê exlaqî nas dike, en sînorê wijdanî, hiqûqî. Dema ku mirov îro li vê pergala li ser Rêbertiya me dinêre, sedemên vê rewşê xweştir têne fêhmkirin. Helwesta Rêbertiya me bi pozîsyoneke wiha ye ku dikare ji problemên mirovî re bibe bersiv û alternatîfan ava bike. Hêzên navneteweyî pirsa kurd tim bi çarçoweya asîmîlasyonê hiştin û li ser hîmê îmha û înkarê xwestin ku were çareserkirin. Ji ber vê hat xwestin ku kurd werin qedandin. Rêbertiya me bi çarçoweya azadkirina civak û jinan li dijî vê rewşê sekinî. Ev jî helwesteke li dijî wê planê bû ku pergalên serwer dixwestin pêk bînin. Ji ber vê Rêbertiya me hat girtin. Ji ber ku Rêbertiya me bi helwesta xwe hesabên pergalê xira dikir. Ji bo ku Rojhilata Navîn were dîzaynkirin û serwerî li ser were danîn ev komplo hat kirin.”

Erzîncan diyar kir ku komplo bi esasî li dijî xeta azadiya jinan hatiye kirin û ev tişt anî ziman: “Em vê komployê weke komployeke li dijî xeta azadiya jinan dibînin. Rêbertiya me ji bo azadiya jinan geş bibe, milîtaniya jinan, qedroyên wê, partî û pergala wê ava kiriye. Rêbertiya me ji bo dîroka jinan a winda derxîne holê kedeke mezin daye. Bi hişmendiyeke kûr a azadî û demokrasiyê li pirsa jinan dinêre. Komploya navneteweyî jî ji b ku azadiya jinan geş nebe hatiye kirin. Ango komplo li dijî jinan e.”

Di axaftina xwe de Erzîncan got ji bo ku komplo negihije armanca xwe jin bi roleke girîng a pêşengiyê rabûne.

Berxwedana gerîlayan

Besê Erzîncan li ser êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û berxwedana gerîla jî axivî.

Erzîncan berxwedana gerîla silav kir û got ku bi berxwedana gerîlayan AKP-MHP hatiye ber rewşa hilweşandinê û wiha domand: “Bi helwesta berxwedanê ya Îmraliyê, bi xwedîderketina gelê me ya li tevgera me, AKP-MHP qediya. Dewleta tirk a ku li bara berxwedana gerîla bêçare me çeka kimyewî bi kar anî. Ev nayê qebûlkirin. Hin qanûnên şer hene. Qanûnên navneteweyî hene. Dewleta tirk bêyî ku guh bide van qanûnan bi qaleşî êrîşê tîne.”

Erzîncan bal kişand ser şehîdkirina gerîlayan a li Xelîfanê ya ji aliyê PDK’ê ve û wiha got: “Gelê me û jin vê rewşê tu caran qebûl nakin. Gel nema li pişt PDK’ê disekine. Di hilbijartinan de gelê me yê başûrê Kurdistanê wê bersiva hewce bide.”

Rola gerîlayên YJA Starê stratejîk e

Besê Erzîncan anî ziman ku di serî de jinên kurd divê hemû jin li hemberî vê rewşa li dijî mirovahiyê têbikoşe û wiha pêde çû: “Gerîla ewlehiya jinan hemûyan e. Dema ku gerîla li çiyê li ber xwe dide divê jin jî bi çalakiyên civakî gerîla biparêzin.

Rola gerîlayên YJA Starê stratejîk e. Ji her demê bêhtir çalakî kirin. Ev yek di artêşbûna jinan de rewşeke nû ye, asteke nû ye. Jinên kurd di artêşbûnê û fermandarbûnê de şareza bûn. Şer îdare dikin. Di vê astê de bi berfirehî çalakiyan dikin. Ev yek di dîroka mirovahiyê de tiştekî nû ye. Ev têkoşîn wê teqez bi ser bikeve.”

Pêngava ‘Dema azadiya jinan û parastina civakê ye’

Di axaftina xwe de Erzîncan têkildarî pêngava ‘Dema azadiya jinan û parastina civakê ye’ jî ev tişt anî ziman: “Bi pêngavê re me biryardariya li ser têkoşînê danî. Ji bo ku desthialta AKP-MHP hilweşe divê mirov çawa bixebite, me plansaziya vê danî holê. Li hemû parçeyan jinên ciwan, dayikan pêşengiya pêngavê kirin. Di çalakiyan de yên ji bo azadiya Rêbertiya me jinan pêşengî kirin. Jin ne ku tenê pêşengiya çalakiyan dikin. Di hemû qadên avakirina civakî de, di siyaset, dîplomasî, xweparastin, jiyana sosyal, çandî, çapemeniyê de bi roleke pêşeng a stratejik radibin.”

Erzîncan diyar kir dê sala duyemîn a pêngavê bi çalakiyên mezin pêşwazî bikin.

Azadiya fîzîkî ya Rêbertî

Endama Koordînasyon KJK’ê Besê Erzîncan herî dawî wiha got: “Azadiya fizîkî ya Rêbertiya me rojeva me ya sereke ye. Em azadiya Rêbertiya xwe weke azadiya xwe dibînin. Çalakiyên ku wê werin divê kirin divê bi bingehê werin kirin. Azadbûna fizîkî ya Rêbertî berxwedana dijî dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê û problemên me yên azadiya jinan bi hev re têkildar in.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar