Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Aş diçe wan daye dû çeqçeqê

‘Ziman mala hebûnê ye’  Martîn Heîdegger

‘Ziman ne gelek tişt e; ew her  tişt e.’   Adar Jiyan

Ji bo zimên heta niha gelek tiştên giranbuha hatine gotin û ji îro pê ve jî ew ê werin gotin. Ez ê li vir nekevim dubarekirina girîngiya zimên. Mijara ku ez dixwazim li ser rawestim, gelo çawa dibe  zimanê ku bi hemû tiştên mirovahiyê ve têkildar e li ber çavên me dihele, li rexmê ew qas ked, xebat, hewldan, sazî, dezgeh, rewşenbîr, zimanzan… em tenê lê dinêrin û heyfa xwe li vê rewşê tînin. Çawa dibe rewş ber bi ku dere ve diçe em dibinin lê nikarin pêşî lê bigrin. Mijara ku ez dixwazim li ser rawestim ev e: Yan di lênêrîna me de şaşî heye,  yan jî di rêbaza me de. Dibe ku di herduyan de jî şaşî hebin.

Dema mijar dibe zimên ji bo kurdan peyva bişaftinê(asîmîlebûnê) jî pê re tê bilêvkirin. Êdî hemû dinya haydar e ku kurd ji zimanê xwe dûr dikevin an jî rastirê wê dîwar di navbera kurdan û zimanê wan de tên lêkirin. Ji ber vê rewşê,  hemû beşên civakê para xwe ji rexneyan  girtine û gelek analîz li ser wan hatine kirin. Bes min heta niha analîzeke ku rasterast li ser zimanzanan hatibe kirin nedîtiye. (ez li vir qala zimanzanên kurd, taybetî jî yên kurmancî –axêv dikim) Heke hatibe kirin jî ez jê ne haydar im. Zimanzanên ku tim bi peyvên jihed-derketî pesnê wan tên dayîn, gelo li ku dera vê bişaftinê ne. De kerem kin em bi hev re lê binerin.

Ji bo analîzeke rast destpêkê divê em jêderka xwe yan jî pîvana xwe rast saz bikin. Bêgûman ziman ji bo pêdiviyên jiyanê derketiye. Ji bo dan û stendin û xweştirkirina jiyanê derketiye. Jiyan bi çi ve têkildar bûbe, ziman jî peyva wê afirandiye, bûye dengê jiyanê. Ziman bûye fikir, hest, çand, huner, dîrok… em dikarin bêjin bûye berhevbûna hemû jiyanê. Ji ber wê ye ku gel bi zimanên xwe tên naskirin. Gel bi zimên ji dîroka xwe haydar dibin, îroya xwe dijîn û pêşeroja xwe saz dikin. Wê demê pîvana me ya zimên,  jiyan e. Çi qas bi jiyanê ve têkildar be, ew qas serkeftî ye. Kesên  ku herî zêde ji zimên haydar in, ji bo ziman û jiyan hev temam bikin têdikoşin û pêşî li xetereyan digrin zimanzan in an jî divê wisa bin. Niha mijara kurdan ya sereke bişaftin e. Ziman ji dest diçe, pê re çand, huner,dîrok û hebûna kurdan jî ji dest diçe. Heke xetera herî mezin ev be, divê mijara zimanzanan ya sereke jî ev be. Divê li hemberî vê xetereyê her zimanzanekî/ê bi dehan xebat kiribe, bi sedan pêşniyar peşkeş kiribe. Lê em dibînin ku gelek kesên bi zimanzaniyê radibin mijarên wan cuda ne. Bi gotina bav û kalan aş diçe wan daye dû çeqçeqê. Gelo vê xetereyê nabînin? Na, xetereyê dibinin. Ji ber ku hemû zimanzanên  dizanim, bal kişandine li ser vê xetereyê. Bal kişandine lê çendên wan ev ji xwe re dikin xem,bi şev û roj ji bo pêşîlêgirtinê têdikoşin. Ez bawerim hêjmar ne gelek zede ye. Çima ne pirsgirêka wan a sereke ye, çima ne navenda xebata wan e, çima berê kesên ku vê rewşê ji bo xwe dikin xem didin cihekî din… Pirsên girîng ev in ku ji bo lênêrîneke rast divê em bibersivînin.

Niha jiyana çend zimanzanên kurd bi kurdî ye? Îstatîstîk di destê min de tunene lê biqasî ez dibinim jiyana gelekan ne bi kurdî ye. Yan di jiyana malbatî de zimanekî din sereke ye, yan tekilatiyên dildarî û dostaniyê bi zimanekî din in, yan jî dan û stendinên wan bi zimanekî din in. Hûn dikarin van vebijêrkan zêde bikin. Encam zimanê wan û jiyana wan ji hev qetiyane. Pîvana me ya zimên jî jiyan bû. Ziman ji bo jiyanê bû. Kesê/a ku ji bo jiyana xwe zimanekî din hilbijartibe, ew ê çawa pêşengiya parastin û di hemû qadên jiyanê de serwerbûna zimên bike. Nikare bike, nake û heta jiyana xwe neguherîne ew ê neke jî. Jê wêdetir ew ê zimanzanên(!) ku têkiliya wan a jiyanî bi kurdî re tune lê bi çend teoriyên jiberî  pîvanan ji bo xebatên kurdî saz bikin û bişaftina zimanê kurdî ne navenda xebata  wan e bigihînin. Ew ê ev zimanzan bigihîjin hev bi mijarên bingehîn re têkildar nebin, bi teorîyan bi hev re biaxivin. Zimanzanên rasteqîn jî ji neçarî ew ê yan bibin perçeyekî van nîqaşan yan jî ew ê bersiv bidin van nîqaşan. Yên ku wan dişopînin jî ew ê bejin qey xizmeta kurdiya bingehîn geşkirina van nîqaşan e û hemû hêza xwe ji bo peyitandina van nîqaşan bi kar bînin. Dema zimanzan û dildarên zimên bi van nîqaşan re mijûl in, zimanê kurdî ber bi wendabûnê ve diçe. Roj bi roj rajeya kurdî-axêvan kêm dibe. Roj bi roj ziman û jiyan ji hev dûr dikevin. Êdî berhevbûna hezar salan kêmtir digihîje kurdan. Martîn Heîdegger dibêje ziman mala hebûnê  ye. Zarokên me êdî bi zimanê xwe mezin nabin, bi zimanê xwe najîn. Bi gotineke din ne di mala xwe de di malên biyaniyan de mezin dibin. Di malên biyaniyan de têgihîştinên biyaniyan li ser wan serwer dibin. Ji kokên xwe yên hezar salan dûr dikevin. Dema ji kokên xwe dûr dikevin ji hebûna xwe dûr dikevin… rewş ewqas xetere ye, zimanzanên me bi çi re mijûl in, rojeva wan çi ye. Zimanzan bi çi re mijûl bin, rojeva wan çi be ew ê dilxwazên zimên ên wan dişopînin jî bi heman tiştî re mijûl bibin, heman tişt bibe rojeva wan.  Siyaset û saziyên kurdan  jî van kesan dişopînin, ew jî li gorî pêşniyar û xebatên heyî rojev ava dikin.

Heke îro nîqaşa kurdan ya sereke pêşî li bişaftinê girtin nîn be, saziyên kurd, siyaset û dilxwaz bi hemû hêza xwe ji bo guherandina vê rewşê tevnagerin, di asta destpêkê de berpirsên vê rewşê zimanzan in. Tiştên din hemû şaş bin jî zimanzan nikaribûne rojevake rasteqîn ava bikin. ji ber rojeveke rasteqîn ava nekirine, xebatên rast ên bandordar jî dernakevin holê. Ev jî tê wateya ku zimanzan peywira xwe ya bingehîn bi cih naynin. Niha peywireke dîrokî li ser milên zimanzanan e. Heke hûn zimanzan in kerema xwe li peywira xwe xwedî derkevin.

Lênêrîneke rast , êdî em nîşanî zimanzanan bidin ku  rojev-avakirin, pêşniyaran pêşkeşkirin, riya xebatên rast nişandan peywira wan e. Diyar e, ziman(ne)zanên ku jiyana wan ne bi kurdi ne, bi xwe perçeyê bişaftinê ne. Ku bêjin em di demeke global de ne, êdî kî bi kîjan zimanî biaxive, zêde ne girîng e û hwd. ez şaş nabim. Bi xwe ji aşê bişaftinê derbas bûne…  rewşa xwe asayî dibinin û dixwazin êdî kes vê rewşê neke mijara nîqaşê . Lênêrîneke rast edî zimanzan û ziman-nezanan ji hev qetandinê li me ferz dike. Em wan ji hev biqetînin ku bi navê zimanzaniyê û qedrê em didin wan, avê nekşînin aşê bişaftinê.

Nûçeyên Têkildar