Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Asayîşa Êzdîxanê: Erka me ya serke parastina Şengalê ye

Fermandariya Asayîşa Êzidxanê karên xwe yên salekê nirxand û ev agahî parve kir: “Erka me ya sereke parastina Şengalê û mezinkirina asayîşa Êzidxanê ye. Em ê di sala nû de beşa asayîşa Jin a Êzidxanê avabikin û xwebatên xwe hîn bi hêz û profesyonel bimeşînin.”

Fermandariya Asayîşa Êzidxanê ji bo nirxandina kar û çalakiyên 2023’an civîneke berfireh lidarxist û encama karên xwe yên salekê bi daxuyaniyeke aşkera kir.

Asayîşa Êzdîxanê destnîşan kir ku mezinkirina asayîşa Êzidxanê, plansazî û hedefên sala nû ya xebatê wane û got: “Erka me ya sereke parastina Şengalê û mezinkirina asayîşa Êzidxanê ye. Asayîşa Êzidxanê plansaziyên konferansa asayîşê di sala 2023’an de derxistibû, piranî bicîh anin. Ji bo profesyonelkirina xebatên asayîşê jî wê di sala 2024’an de bernameyeke bihêz deyne pêş xwe.”

Fermandariya Asayîşê diyar kir erkeke din a esasî ya wan çareserkirina pirsgirêkên şêniyan bû û wiha behsa xebatên xwe kir: “Çi ji pirsgirêkên malbatî yan jî eşîretê, gelek pirsgirêkên mîna wan ji aliyê hêzên Asayîşê ve hatine çareserkirin. Beşeke ji van pirsgirêkan jî bi meclîsên gel û hêzên parastinê yên herêmê re hatine çareser kirin. Bi taybet di sala 2023′ an de gelek pirsgirêkên civakî hatine çareserkirin.”

Li ser êrîşên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê li herêmê hatinê pêk anîn jî asayîşê ev agahî da: “Di sala 2023’yan de gelek êrîşên hewayî û cûrbecûr li qada me pêk hatine. Hemû êrîşên ku pêk hatine ji aliyê Asayîşa Êzîdxanê ve hatine lêkolînkirin û tomarkirin. Bi giştî di salê de 7 êrişên bi balafirên bêmirov pêkhatine û di encamê de 9 welatî şehîd bûne. Her wiha êrîşeke sûîkastê jî çêbûye û di encamê de welatiyek şehîd bûye.”

Asayîşa Êzidxanê di dawî de ev peyam da: “Emê xebatên pisporiya endaman zêdetir dewlemend bikin. Em ê di sala nû de têkoşînek mezin û bi hêztir bimeşînin. Dîsa wê xebatên vekirina beşa asayişa Jin a Êzidxanê weke çend hedefên nû ya li peşiya me be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar