Şandeyek ji Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK), ji bo ku tev li merasîma bîranîna salvegera şehîdên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a Şengalê bibin, ji Silêmaniyê çûbûn Şengalê.
Şandeya ku ji endamên Meclisa RJAK’ê Xewla Mhemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî, endama RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen pêk tê, piştî merasîmê îro ber bi Silêmaniyê ve ketin rê. Lê li Seytereya Kelek a ketina Hewlêrê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyên ku ji rêveberiya RAJK’ê hatine girtin, endamên şandeyê piştî ji Mûsilê derketine, li asayîşa ketina Hewlêrê hatine binçavkirin û derdora 5 saet in agahî ji wan nayê girtin.
Rêveberiya RJAK’ê bang li PDK’ê kir ku endamên wan demildest serbest berde. HEWLÊR